Heyeta ku dixwest biçe Xerabê Bava disa hate astengkirin

Heyeta ku ji parêzvanên mafê mirovan pêk tên, ji bo têkildarî rewşa dawî û înfazên li gundê Xerabê Bava yê ku ev bi rojane ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin agahiyekê bigirin, ji îxlalên mafê mirovan a gihiştina asta herî jor bi fikar in.

Heyeta ku ji Navenda Giştî ya Saziya Mafê Mirovan, şaxên Stenbol û Amedê, Baruya Amedê pêktê, ji bo ku agahiyekê ji gundê Xerabê Bava yê Niseybînê bigirin û di cih de bibînin hatin herêmê.

Heyeta ku çû Niseybînê, dixwestin li gel qeymeqam, walî û dozgeriyê hevdîtin pêk bînîn da ku ji rewşê agahî bigrin. Heyeta ku bi berpirsan re hevdîtin pêk ne anî, piştre ber bi gund ve ketin rê. Heyeta ku 15 kîlometre ji gund re mayî hat sekînandin û li gel leşkeran hevdîtin kirin, ji leşkeran bersiva 'Em ne berpirsin, dema ku walî destûr da wê, destûra çûyîna we hebe' girtin.

Bi hatina heyeta 2. re , gelek leşker û TOMA sewqî herêmê hat kirin, ji gund jî 2 ambûlan û wesayîtek a cenaze dema derdiket hat dîtin. Di derbarê wesayîtan de agahiyek ne hat girtin û heyeta ku hatî sekinandin ji aliyê leşkeran ve ku di nava wan de sivîl, kesên xwedî rih û di destê wan de çek bal kişand.

Di derbarê astengkirinê de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî axivî û got: "Encama qedexeye derketina derve hêdî hêdî derdikeve holê. Nêzikatiyên xirab û îdîayên êşkenceyan tê gotin. Bi yasaya qedexeya derketina derve re pirsgirêkên cidî derdikevin holê. Mirov ji mafê xwe yên jiyanê û hemû mafên din mehrûm tên hiştin. Em weke ÎHD û Navenda Giştî ya Şaxê Stenbolê me xwest li vir bin. Me xwest em biçîn gund û bi berpirsan re hevdîtin çêbikîn, me ti encamek bidest ne xist."

EM GELEK BI FIKAR IN

Racî Bîlîçî diyarkir ku ew gelek bi fikar in û wiha got: "Îdîayên ji wir tên gelek cidî ne. Em di dawî kirina van pêkanînên dijî qanûnan û dorpêçkirinan de, bi israr in. Em ê nêrînên xwe hem bi berpirsên herêmê hem jî bi saziyên navnetewî re parve bikîn. Em hêvî dikin ku texrîbatek hê meztir çênebe û dawî li vê dorpêçê were."

Rêveberê Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê Gulseren Yolerî jî axivî û got: "Serlêdanên me yên hevdîtinan bi dozger,walî û qeymeqam re hebû, lê bi hincetên cuda ji van hevdîtinan reviyan. Dozger diyar kir ku roja Çarşemê dibe hevdîtin were kirin. Lê di derbarê tiştên li vê derê tê jîyin de ti agahiyan nade. Em dizanin binçavkirin heye, li nexweşxaneyan mirov hene û têkildarî bidawîkirina dorpêçê jî heta niha ti daxuyanî nehatine dayîn.

RÊ NEHAT DAYÎN KU BI YÊN HATIN BINÇAVKIRIN RE JÎ HEVDÎTIN BÊ KIRIN

Sekretera Giştî ya Baroya Amedê Nûşîn Ûysal diyar kir ku ji beriya destpêkirina operasyona li herêmê gundiyan ti amadekarî nekiribûn. Ûysal destnîşan kir ku di dema qedexeya derve de agahiyên îxlalkirina mafan hate dayîn, meqamên fermî yên ku diviya bû têkildarî binçaviyan agahî bidaban jî ti agahî nedan. Uysal wiha got: “Çend kes hatine binçavkirin, kesên hatine binçavkirin li kû ne nayê zanîn. Bi awayekî asayî qedexeya kesên hatine binçavkirin piştî 24 saetan û şûnde bi dawî dibe. Heta niha ti parêzer û ne jî ti kesê bi kesên hatine binçavkirin re ti hevdîtin nehatiye kirin. Têkildarî îdayên din jî em bi ti meqamên rêveberiyê re hevdîtin nehatine kirin. Rêveberên li vir ên ku me li gel wan hevdîtin kirin diyar kirin ku astengkirina ne girêdayî wan e û divê li gel walî û qeymeqaman bicivin, didin diyarkirin ku qedexeye, destnîşan dikin ku rê nayê dayîn ku ti kes derbas bibe.”

Ûysal, bibîr xist ku rewşa niha pir metirsîdare û têkildarî rewşê neagahîdayîna ti rêveberan rewşê hê aloztir û bi fikartir dike.

Heyetê piştî daxuyaniyê kete nava hewldan ku xwe bigihîne gund, lê piştî hemû hewldanan rê nehate dayîn. Heyet piştre vegeriyan. Parêzvanên mafê mirovan ên di nava heyetê de diyar kirin ku wê sibehê dîsa bikevin nava hewldanan ku xwe bigihînin gund.