BI DÎMEN

Dewreyeke nû ya şervanên YJŞ'ê qediya

Di çarçoveya xebatên profesyoneliyê de, şervanên YJŞ'ê dewreyeke nû qedandin. Dewreya Şehîd Rihan a Akademiya Şehîd Bêrîvan bi merasîmekê bi dawî bû.

Dewreya Şehîd Rihan a Akademiya Şehîd Bêrîvan, piştî perwerdeya 4 mehan bi merasîmekê qediya. Di akademiyê de waneyên; Dîroka Jinê, dîroka Kurdistanê û Êzidxanê, dîroka Rojhilata Navîn, Jineolojî û her wiha taktîkên şer û perwerdeya leşkerî hatin dîtin.

Di merasîmê de Fermandarên YJŞ’ê, dayikên şervanan û şehîdan amade bûn. 

Ji Fermandarên YJŞ’ê Rosyar Vejîn li vir axivî axivî û dewre li şervanan pîroz kir. Vejîn got: "Di wextek ku hemû hêzên hemegon û desthildar di şexsê jina Êzidî de dixwazin vîna civak Êzidî ya piştî fermanê derket holê, bi êrîşên li Xanesorê re bişikînin. Weke YJŞ û jinên Êzidî em soz dikin, ku em ê tola hemû jinên Êzidî û şehîdên 3'ê Adarê hilînin."

Vejîn cejna Newrozê jî li hemû şervan û jinan pîroz kir û wiha pêde çû: "Êdî jinên Êzidî ne ew jinên beriya fermanê ne, ku her hêz bixwaze jinê li gorî xwe kar bîne. Jinên Êzidî di şexsê Bêrîvan û Rihanan de bi sekin û têkoşîna xwe îspat kirine ku  jinên Êzidî dikarin bi destê xwe tola 73’ê fermanan rakin. Herî dawî di şexsê şehîd Nazê de xwestin îradeya jinên Êzidî bişkînin, lê em ji dijmin re dibêjin; em tola Nazêyan û hemû şehîdên xwe rakin."

Di dawiya merasîmê de şervanan sond xwarin û bawernameyên xwe girtin.