Derbarê Abdullah Ocalan de pirtûkeke nû: Ocalan, Rêwîtiya têkoşînê

Dar El-Mehrousa ya Misirê bi sernavê “Abdullah Ocalan... Têkoşîna ku li hember zehmetiyan û afirîneriya rewşenbîrî ku dîwaran derbas kir” pirtûkek nû li ser têkoşîn û felsefeya Abdullah Ocalan weşand.

Ev tîma xebatê ji gelek kesên navdar pêk tê. Weke rojnamevan Elhamî El-Melîgî, serpereştyarê giştî û hemnivîskar û komek siyasetmedar, rojnamevan û lêkolînerên endamên Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ehmed Behaa El- Din Shaaban, serokê Partiya Sosyalîst a Misrê pêk tê. 

Tîma pirtûkê jî ji Profesor Xelîl El-Qadî rojnamevan, nivîskar û lêkolînerê Lubnanî yê di karûbarên stratejî de pispor, lêkolînerê xanenişînbûyî li Wezareta Perwerdehiyê ya Misrê û profesorekî mêvan di dîroka Îslamê de, pêk tê. 

Di destpêka pirtûkê de şehîdên “Hûn Nikarin Rojê Me tarî Bikin” tê bîranîn. Şehîd Ezîz Ereb jî ku bi têkoşîn û şehadeta xwe xwişk-biratiya Kurd-Ereb nîşan da, hat bîranîn.  12 şehîdên şerê qehremananiyê yê Ruh el-Şeqif jî hatin bîranîn.

Ev pirtûk ji 6 beşan pêktê û di heman demê de gelek buyînên fikrî di naveroka wê de cih digirin ku mirovahî dikare jê sûd werbigire. Bi taybet ev pirtûk bi her awayî qala jiyan û têkoşîna fikrî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan dike. Di heman demê de qala netewa demokratîk a destê Abdullah Ocalan hatî avakirin jî dike. 

ÇIMA EV PIRTÛK? 

Bêguman amadekirina vê pirtûkê li gorî nivîskarê wê di hin merheleyan de tê guhertin. Lê di rastiya xwe de ev berhem qala bingehê komploya navnetewî ya bi destê gelek dewletên hegemûn hatî pêkanîn, dike. Di heman demê de pirtûk qala têkoşîn û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li girava îmraliyê dike.

Di pirtûkê de tê gotin ku ev komplo planeke pir alî bû, ku gelek hêzan cihê xwe têde girtin. Di heman wextê de îstxbarata (CIA) û Mossad a siyonîst bi awayekî bê bext xwestin Abdullah Ocalan dîl bigrin. Ji xwe îstxbarata Tirk, Kenya, Îngilistan û Yewnan bi awayekî vekirî û bê rehm cihê xwe têde girtin û Abdullah Ocalan dîl girtin. Di pirtûkê de tê gotin ku armanca vê komployê ew bû ku gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dîl bigrin. 

Di pirtûkê de 5 beş bi xwîneran re tê nasandin, biyografiya Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya bi hevrêyên xwe re meşandî. 

Di beşê duyem de nêrînek li ser binpêkirinên dewleta Tirk e ku qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike. 

Di beşa sêyemîn de jî projeya fikrî û felsefî ya Abdullah Ocalan, neteweya demokratîk weke çareseriya pirsgirêkên herêmê û cîhanê cih digire. Têgeha jina azad, civaka demokratîk û gelek aliyên din pêşkêş dike.

Di beşa çarem de cewherê komploya navneteweyî, lêkolînên li ser wê û pêşkêşkirina amûr, welat, çarçove û rewşên ku tê de pêk hatine, ku heta roja me ya îro jî didome hatiye kirin.

Di beşa pêncemîn de tê diyarkirin ku netewa demokratîk wê pirsgirêkên gelê Kurd û Ereb çareser bike.

Di beşa dawî de hevpeyvîna bi Hevserokê KCK’ê û yek ji damezrînerên PKK Cemîl Bayik cih digire. Di vê hevdîtinê de Cemîl Bayik qala rêya têkoşînê ya Abdullah Ocalan, fikir û felsefeya wî dike.

Di pirtûkê de pêveka raporên salane yên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê yên salên 2023 û 2024’an ên têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cih digirin.