Cenazeyên 5 cangoriyan li Qamişlo hatin veşartin

Cenazeyên 5 têkoşerên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li goristana Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, hatin definkirin.

Şêniyên bajarê Qamişloyê, duh cenazeyên 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê (Beşar El-Elî (Şihab Hîmo), Merwan Îsa (Merwan), Ebdulkerîm Hisên (Ebdulkerîm), Kîm Hisên (Kîm) û Rojhat Amargî yên ku di 18 -19’ê Tîrmehê de di operesyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dane, oxir kirin.  Cenazeyên şervanan ji Mala Gel a taxa Enteriyê hatin wergirtin û bi karweneke ji wesayîtan birin goristana Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo.

Piştî ku girseya gel gihîşt goristanê, ji wesayîtan peya bû, darbestên cangoriyan hilgirt ser milan û bir nava goristanê. Piştre ji aliyê endamên Hêzên Asayîşê ve, merasîma leşkerî hat lidarxistin.

Piştre  li ser navê meclîsa bajarê Tirbesipiyê Karker Çarçêla axivî û da zanîn ku ev têkoşer ji bo gelê xwe roniya azadiyê ne û got: "Bi saya fedekariya wan gel li ser axa  xwe bi rûmetî dijî."

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Bedran Çiya Kurd axivî û destnîşan kir ku rizgarkirina bajarê Minbicê wê bibe destpêka rizgarkirina hemû bajarên Sûriyeyê û soza şopandina rêya têkoşîna azadiyê da.

Her wiha li ser navê Yekîtiya Alimên Misilman Mihemedê Xerzî axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran û tevahî gelê Kurd re xwest. Xerzî got, "Hemû ol wateya şehadetê pîroz dibînin û di asta herî bilind de dinirxînin."

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin. Cenazeyên şervanan li ber tilîliyên dayikan û qîrîna dirûşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re, hatin veşartin.

...