Cenazeyê 5 şervanên YPG'ê li Kobanê hatin veşartin

Welatiyên kantona Kobanê cenazeyên 5 şervanên YPG'ê, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîjle veşartin. Nasnameya 3 gerîlayên HPG'ê jî hatin eşkere kirin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê  şervanên YPG'ê  Metîn Şaylî (Kemal Pîr), Mehmûd Qarî (Xemgîn Kobanê), Rehîm Merûfî (Beşwan Armanc), Mihemed Caklêr (Êrîş Azad)û Ebdulqadir Derwîş (Serdar Kobanê) ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Şehîd Zozan a bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dîcleyê ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber  Xalid Berkel, Endama Koordînasyona Kongreya Star Sara Xelîl, Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Malik Mîtan, Endamên HPC′ê, Hêzên Asayîşê û TEV-DEM amade bûn.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG/YPJ′ê Hogir Kobanê, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber Xalid Berkel û Endamê PYD′ê Şêx Ehmed axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin, soza şopandina rêya wan dan û bal kişandin ser girîngiya parastina destkeftiyên şoreşa Rojava.

Piştre nasnameyên şervanan  hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Dîcleyê hatin veşartin.

Her wiha nasnameya gerîllayên HPG′ê Mihemed Mehmûd (Delîl Bagok), Necla Kino (Zîlan Dêrsim) û Şêrîn Salih (Nazlî Can Mezlûm) hatin eşkerekirin yên ku li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn.