Agahiyên li ser nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin -HATE NÛKIRIN

HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 2 gerîlayên li Serhedê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Canda û Mazlûm li Bakurê Kurdistanê bûn ji pêşengên berxwedana me."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da. Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî ye:

"20'ê Cotmeha 2022'an li qada Kirê Halacê ya Gilîdaxê, hêzên me bersiv dan operasyona dijmin û di encamê de şerekî giran di navbera hêzên me yên li qadê û artêşa Tirk a dagirker de qewimî. Di vî şerî de hêzên me çalakiyên xurt kirin, 4 caran li dijî dijmin sabotaj kirin û herî kêm 4 dagirker ceza kirin, yek jî bi giranî birîndar kirin. Di vî şerî û van çalakiyan de hevrêyên me Canda û Mazlûm ku bi wêrekiyeke mezin şer kirin û derbên giran li dijmin xistin, şehîd bûn. Hevrêyên me Canda û Mazlûm weke rengê şênber ê îradeya Apoyî li dijî teknîk û êrîşa dijmin bi gavekê jî ji berxwedanê venegeriyan, derbên giran li dijmin xistin û bûn pêşengên berxwedana me ya li Bakurê Kurdistanê.

Herdu hevrêyên me bi hişmendiya neteweyî ya bilind û hestên welatparêziyê ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan Bakurê Kurdistanê. Bi wêrikiya xwe û dilsoziya bi armanca xwe ya azadiyê bûn milîtanên mînak ên Apoyî. Di serî de malbatên hêja yên kuk milîtanên bi vî rengî yên fedaî tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kirine, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî jî xelkê Rojava, Rojhilatê Kurdistanê sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Canda Çiya
Nav paşnav: Jiyan Abdûllah
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê
Dayik-Bav: Menîfa-Mihemed Xêr
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Cotmeha 2022 / Serhed

Nasnav: Mazlûm Rojhilat
Nav paşnav: Solad Direxşanî
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Kûdret-Alî
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Cotmeha 2022 / Serhed

CANDA ÇIYA

Yek ji qadên destpêkê ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê lê gel bû, ku mohra xwe li Kurdistanê û Rojhilata Navîn xist, Rojavayê Kurdistanê ye. Xelkê me yê Rojava ku di her serdema dîrokê de malovanî ji berxwedanan re kir û li her herêmeke Kurdsitanê ewladên xwe yên herî hêja tevlî berxwedana wan kir, bû mînaka welatparêziyê û dilsoziya bi nasnameya Kurdîtiyê û welat. Xelkê me bi dilsoziyeke mezin bi têkoşîna azadiyê ve hate girêdan ku bi berdêla bi hezaran şehîdan bi pêşengiya partiya me PKK û Rêber Apo bi pêş ket. Bersiva vê dilsoziyê jî bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava wergirt, xwe gihand azadiya xwe ku bi sedan salan bi hesreta wê bû. Hevrêya me Canda jî ku ewladeke gelekî bi vî rengî hêja bû, li Tirbespiyê il nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe, ji ber ku hîn di salên 90'î de xwe nêzî tevgera me kir, hevrêya me Canda jî ji zarokatiyê ve partiya me PKK nas kir. Bi taybetî ji ber ku dayika wê bi baweriyeke mezin bi Rêber Apo ve dilsoz bû û azadiya jinê ya bi hezaran salan hatiye kolekirin di kesayetiya Rêber Apo de didît, hîn di zarokatiyê de Rêberê me, şehîd û jiyana gerîla ya pîroz hînî hevrêya me Canda kir. Lewma hevrêya me Canda bi eşqeke mezin bi Rêber Apo û gerîla ve hate girêdan, li benda roja tevlîbûna li nava gerîla sekinî. Dema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, hevrêya me Canda êdî jineke ciwan bû. Xwe ji azadiya gelê me berpirsyar dît û biryar da tevlî nava hêzên azadiyê yên Rojava bibe.

Hevrêya me Canda tevî hevala xwe ya zarokatiyê Şehîd Zîlan tevlî nava refên şoreşê bû, hîn di roja destpêkê ya tevlîbûnê de diyar kir ku têkoşîna wê, wê ne tenê li Rojava be û tevî Şehîd Zîlan soz da ku li çar aliyên Kuridstanê tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe. Dema ku tevlî nava refên şoreşê bû, Şehîd Warşîn ûg elek milîtanên Apoyî yên hêja ku xwe bi felsefeya Rêbertî xemiland, têkiliyên hevrêtiyê, qîmeta didan mirovan, jiyana wan a derwêşane û şerê wan ê ji bo azadiya gelê me gelekî bandor lê kir. Ji ber vê yekê weke jineke Kurd a ciwan biryar da ku hîn bêhtir têbikoşe û bibe şoreşgereke profesyonel. Demekê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir, beşdarî gelek çalakiyan bû û şehadeta fermandara wê ya destpêkê Warşîn û hevala wê ya zarokatiyê Zîlan bandoreke mezin lê kir. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi hilanîna tolê dikare hêjayî van hevrêyan be û bi rengekî hîn çalak tevlî şer bû. Bi serketinên xwe yên li eniya şer ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak û weke şervaneke jin bi rola pêşengiyê rabû. Lê belê baweriya xwe pê anî ku bi bicihanîna armancên hevrêyên xwe yên şehîd dikare xwedî li bîranîna wan derkeve û li gorî soza ku dabû Şehîd Warşîn û Şehîd Zîlan berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Canda piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, destpêkê derbasî herêma Heftanînê bû, li vê derê nêzî salekê kar kir. Bû xwedî tecrûbeya şer û ev tecrûbeya xwe bi hevrêyên xwe re parve kir, kir ku hevrêyên wê sûdê ji tecrûbeyên wê yên şerê bajaran werbigire. Li herêma Heftanînê hînî jiyana gerîla û çiyê bû, ji aliyê îdeolojîk ve xwe kêm dît û ji bo vê kêmasiyê ji holê rake, xwest bibe jineke azad. Têgihişt ku ev yek jî bi kûrbûna li ser xeta jin a azad û felsefeya Rêbertî dibe, li ser vê bingehê nêzî perwerdeyê bû. Piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî temam kir, derbasî herêma Qendîlê bû û li vê derê bi rengekî cewherî tevlî bû. Hevrê Canda herêma Qendîlê weke herêmeke welê pênase dike ku tecrûbeyên xwe yên gerîlatiyê lê zêde kir, ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve bû milîtaneke YJA Starê ya şareza. Hevrêya me meşa xwe ya şoreşê timî bi xeta şehîdan nirxand, lewma jî timî xwe kêm dît, timî dixwest têkoşîneke hîn bi bandor bimeşîne. Gihîşt wê baweriyê ku tenê bi bicihanîna armancên şehîdan dikare hêjayî wan be.

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê me û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, di demekê de ku sala 2019'an li zindanan, li gelek deverên welat û cîhanê grevên birçîbûnê veguherîn rojiya mirinê, hevrêya me Canda kete bin bandora sekna çalakgeran û weke milîtaneke PKK-PAJK'ê xwest ku mîsyona xwe ya pêşengiyê hîn bi xurtî pêk bîne. Ji bo vê jî pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe ji bo derbên hîn bi bandor li dijmin bixe. Di pêvajoya ku pêşniyara wê hate nirxandin de xwe timî ji têkoşîneke giran re amade kir, bi kelecana bicihanîna armancên şehîdan kêfxweş bû ku soza dabû şehîdan bi cih bîne.

Hevrêya me Canda sala 2019'an derbasî herêma Serhedê bû, ji roja ku derbasî herêmê bû û pê ve bi tevlîbûna xwe ya wêrek, fedakar û kedkar bû xwedî sekneke mînak. Hevrêya me Canda tenê li ser derbên ku li dijmin bixe kûr dibû, hewldanên xwe yên ji bo vê jî xurt kir. Li herêma Serhedê beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, xwest bersivê bide pêwîstiyên pêvajoyê. Di demekê de ku dijmin li gelek deveran êrîşî gelê me dikir, çav berdabû destketiyan û siyaseta qirkirinê dimeşand, weke gerîlayeke YJA Starê bi rola pêşengiyê rabû. Li herêma Serhedê bi tecrûbeyên xwe ji hevrêyên xwe yên jin û mêr re pêşengî kir, ji bo kêliyekê jî tawîz ji sekna xwe neda, bû şervaneke xurt a xeta jin a azad. Li dijî operasyona dijmin ku 20'ê Cotmeha 2022'an li Gilîdaxê li qdaa Kirê Halacê da destpêkirin, hevrêya me Canda bi rengekî fedaî şer kir, heta nefesa xwe ya dawî bi xeta Rêbertî û şehîdan re dilsoz ma û şehîd bû. Hevrêya me Canda bi durustiya xwe ya hevrêtiyê, biryardariay xwe ya li ser têkoşînê û dilsoziya xwe ya bi xeta jin a azad û Rêbertî re li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê û wê her tim pêşengiyê ji me re bike.

MAZLÛM ROJHILAT

Hevrêyê me Mazlûm li bajarê Makû yên Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke me ya hêja û welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya herêmê û malbatê, hevrêyê me Malzûm jî li ser vê bingehê mezin bû. Tevgera me ji zarokatiyê ve ji malbata xwe û kadroyên karê rêxistinî dikirin, nas kir. Gerîlatî ji bo hevrêyê me Mazlûm bû mijareke meraqê. Mîna her kesayetekî Kurd hevrêyê me Mazlûm jî cihêkarî ji neteweya serwer dît. Polîtîkayên dejîmê yên zexta li ser gelê me û dûrxistina ji cewhera xwe, fêhm kir. Ji ber vê yekê jî li hemberî dijmin gelekî bi hêrs bû, kete nava lêgerîna li têkoşînê. Hevrêyê me Mazlûm ku zanîbû li Kurdistanê têkoşînek heye, bi bandora serhildan û şehadetan kete nava lêpirsînekê. Hevrêyê me Mazlûm di encama vê lêpirsînê de her wiha bi tevlîbûna xwişka wî li nava refên me, bala wî ya li ser tevgera me bêhtir mezin bû. Bi xwendina çavkaniyên partiyê hewl da xwe bi pêş ve bibe û Rêber Apo û tevgera me fêhm bike. Salek piştî ku xwişka wî tevlî bû, xwest tevlî bibe lê belê ji ber temenê wî biçûk bû tevlîbûna wî nehate qebûlkirin. Hevrêyê me Mazlûm di dema xwendinê de fêhm kir ku dema hebûna xwe înkar bike û bibe ajan hingî dikare li nava sîstemê bi pêş bikeve. Ev nêzîkatî û lêgerîn red kir û dest ji xwendina li dibistanên rejîmê berda. Hevrêyê me Mazlûm li bersiva li lêgerînên xwe geriya, heta sala 2014'an xwe gihand asteke têgihiştinê. Baweriya xwe pê anî ku şerê xurt ê li dijî dagirkeran tenê bi tevlîbûna li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dibe. Di sala 2015'an de li Serhedê tevlî nava refên gerîal bû û dest bi têkoşînê kir.

Piştî ku tevlî bû, bi xerabûna pêvajoya heyî re perwerdeya şervanên nû nîvco ma û dest bi pratîkê kir. Tevî ku perwerdeya wî nîvco ma jî li nava jiyana PKK'ê ku perwerdeya herî mezin e, li nava pratîkê xwe perwerde kir. Bi taybetî ji ber eleqeya hevrêyên wî ya pê re, hewldanên ji bo pêşvebirina wî, bandor li hevrêyê me Mazlûm kir. Ji bo hêjayî keda partiyê û hevrêyên xwe bibe çi jê hat kir. Bi tevlîbûna xwe ya durust, sade, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Mazlûm bi jêhatîbûna xwe, tiştên jê re dihatin hînkirin zû fêhm dikir, derbasî pratîkê dikir û bû milîtanekî şareza. Bi xurtî tevlî pêvajoya pêngavî ya li herêma Serhedê bû û derbên giran li dagirkeran xist. Piştî ku nêzîkatiya gelê me yê welatparêz a li milîtanên PKK'ê dît, baweriya xwe pê anî ku divê hîn bêhtir kedê bide. Hevrêyê me Mazlûm ku namzetê fermandarekî mezin bû, bersiv da pratîk û Pêvajoyê. Hevrêyê me Mazlûm ku di nava pratîkê de bi pêş ket, bi tecrûbeyên wergirtî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li cografya zehmet a Zagrosan li gelek qadan performanseke serketî nîşan da. Dema ku li Zagrosan bû hem xwe hem jî dijmin bêhtir analîz kir, fêhm kir. Li vir li hemberî êrîşên îmhayê yên dagirkeran li eniya herî pêş bersiv da. Bi tecbrûbeyên li Zagrosan wergirtî bû fermandarekî bi bandor û şareza. Dilsoziya hevrêyan a bi hev re, piştgiriya hevrêyan a bi hev re di vê pratîka zehmet de hîn baştir dît. Wateyeke gelekî mezin da hevrêtiyê û bû parçeyek ji vê heqîqetê. Ji bo îdeolojiya Rêber Apo di kesayetiya xwe de bi cih bike gelekî hewl da. Hevrêyê me Mazlûm PKK weke heqîqeta rêya be bi azadiyê pênase kir û girîngiya têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî fêhm kir. Ji bo karibe di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de xwe ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî ve hîn şareza bike, ji bo bersivê bide pêvajoyê û wezîfe û berprisyariyên xwe bi cih bîne, li akademiyan tevlî perwerdeyê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi daxwaz û bi coş bi rengekî serketî ji akademiyan mezûn bû. Pratîka hêjayî Rêbertî û şehîdan be ji xwe re têkoşîna bingehîn. Di sala 2019'an de derbasî herêma Serhedê bû ku li wir dest bi gerîlatiyê kiribû. Bi wêrekî, çalakbûn û bêteredûtiya xwe bû gerîlayekî pispor û milîtanekî fedaî yê Rêber Apo. Ji bo têkbirina êrîşên di çarçoveya 'Plana têkbirinê' de ya li hemberî tevgera me dihatin kirin, gelekî hewl da. Li dijî operasyona artêşa Tirk derbên giran li dijmin xist. Şehadeta hevrêyê me Mazlûm bandoreke giran li me kir û baweriya me ya bi serketinê jî xurtir kir."