Li Londonê pîrozbahiyên 8'ê Adarê

Li Londonê 8'ê Adarê wê hefteyekê bi çalakiyan were pîrozkirin. Çalakiyên di 1'ê Adarê de bi meşê destpê kirin, wê bi nîşandana fîlm, meşa jinan a navendî û panelan dewam dike.

Li Londonê 8'ê Adarê wê hefteyekê bi çalakiyan were pîrozkirin. Çalakiyên di 1'ê Adarê de bi meşê destpê kirin, wê bi nîşandana fîlm, meşa jinan a navendî û panelan dewam dike.

Li paytexta Îngilîstan Londonê, çalakiyên 8'ê Adarê yên di 1'ê Adarê de destpê kirin, dewam dikin. Çalakî wê tevahiya hefteyê dewam bikin.

Jinên Kurd ên li Londonê dijîn, di 1'ê Adarê de bi meşekê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kirin. Bernameya çalakiyên ji aliyê Platforma Jinê ya 8'ê Adarê ve tê organîzekirin, bi vî rengî ye:

5'Ê ADARÊ

Nîşandana Fîlm
Wê saet di 18:30 de destpê bike û li Navenda Çandê ya Tohûm pêk were. Di çarçoveya vê aktîvîteyê wê de dokûmantera bi navê "Kirasê Mirinê: Hewîtî" were nîşandan.

6'Ê ADARÊ

Saet di navbera 10:30 û 15:30 de IMECE çalakiya pîrozbahiya 8'ê Adarê

Meşa Jinê ya Navendî ya ji aliyê Million Women Rise ve tê organîzekirin

7'Ê ADARÊ

Saet di 12:00 de panel û çalakiya çandî

8'Ê ADARÊ

Panel
Wê saet di navbera 15:00 û 19:00 de panela bi mijara "Ji Rojava heta Ewropayê berxwedan û destketiyên jinê" were lidarxistin.