Li Colemêrgê dijminatiya qeyûman a li gel

Qeyûmên ku li Colemêrgê û navçeyên wê dest danîne ser şaredariyan, bi salan gelek saziyên jin, ciwan û çandê girtin û hemû derfetên şaredariyê pêşkêşî AKP'iyan, leşker û polîsan kirin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Şaredariyên ku nêzî 10 sal in di bin dagirkeriya qeyûman de ne, veguherîne navenda rantê. Şaredariyên ku beriya qeyûman xizmet didan gel, mal û milkên wan, cihên xizmetê ji aliyê qeyûm ve pêşkêşî alîgirên wan hatin kirin. Şaredariyên Colemêrg û Geverê ku di dema HDP'ê de qet deynê xwe tine bû, ketin nava çirava deynan. Di raporên Dadgeha Hesabgiriyê de eşkere bû ku qeyûm û AKP ne ji bo xizmetê, lê ji bo rantê di nava hewldanan de ne.

Bi taybetî avahiyên xizmetê yên şaredariyên Colemêrg û Geverê ji aliyê dewletê ve veguherîn mîna qereqolê, çûyîna gel a ji bo şaredariyê hate astengkirin. Mîna ku ev têrê nake AKP û qeyûman saziyên zimanê Kurdî, çanda Kurd, jin, ciwan û kreş û dibistanên şaredariyê girtin û leşker û polîs li van saziyan bi cih kirin. Di talankeriya qeyûm a 10 salan de Navenda Jinê ya Binevş a Şaredariya Colemêrgê, Navenda Jinê ya Bervar a Şaredariya Çelê û Navenda Jinê ya Nûjîn a Şaredariya Şemzînanê hatin girtin. Her wiha li Geverê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a li Geverê bi Kurdî perwerde dida, bû hedefa êrîşên hêzên dewletê û hate girtin.

DIJMINATIYA QEYÛMAN A LI JINAN

Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) kku di Hilbijartinên Xwecihî yên 2014'an de Şaredariya Colemêrgê qezenç kir, giranî da ser karên ji bo jin, ciwan, ziman û çandê. Yekemcar yekîneyeke jinê hate avakirin, di mijarên perwerde, aborî û tundiya li dijî jinê de kar hatin destpêkirin. Karên ji bo jinan ne tenê bi şaredariyê hatin kirin, her wiha bi rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr bi hevkarî hatin kirin. Ev saziyên ku pirsgirêkên jinan çareser dikirin û derfetên kar diafiranin, piştî dagirkeriya qeyûm hemû hatin girtin. AKP û qeyûmên dagirker ên ji jinên Kurd ditirsiyan, saziyên jinan ên şaredariyê girtin an jî radestî hêzên din ên dewletê kirin. Hin saziyên jinan ên radest nekirin jî ji jinan xalî kirin û xistin destê mêran.

ÊRÎŞA LI SER ZIMANÊ KURD

Kiryarên AKP û qeyûmên dagirker ne tenê ev bûn. Kreşên Kurdî yên şaredariyê jî bûn hedefa dewletê. Ji ber ku li dibistanên dewletê Kurdî qedexe ye, şaredariyan kreşên bi Kurdî ava kirin û gel jî eleqeyeke mezin nîşan da. Bi sedan kesî zarokên xwe qeyd kirin, bi hezaran kes jî  li benda dora xwe ya qeydkirinê sekinîn. Dijminê Kurdan AKP û qeyûm ku nekarîn xwe li perwerdeya zimanê dayikê ya zarokên Kurdan rabigirin, êrîş birin ser kreşên Kurdî. Li kreşan Kurdî qedexe kirin û kirin Tirkî. Qeyda xwendekaran jî jê birin. Dawî li karê perwedekarên zimanê Kurdî yên li kreşê anîn û piştre kreş bi temamî girtin. Her wiha navendên ciwanan ên li şaredariyên Colemêrg û Geverê jî bûn hedefa qeyûman. Ev saziyên ku li gel çalakiyên çand û hunerê pîşe jî hînî ciwanan dikirin, hatin girtin.

Xelkê Colemêrgê xwe amade dike ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bersiva pêwîst bide AKP'ê û qeyûman.