DEM Partiyê lez da xebatên xwe: Ji bo şandina qeyûman sê roj man

Ji hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê re tenê çend roj mane, xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê bi coş dewam dikin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de xebatên xwe didomîne.

ELKÊ

DEM Partî beriya hilbijartinê giranî da xebatên xwe yên hilbijartinê yên navçeya Elkê ya Şirnexê. Namzetên hevşaredariyê yên Elkê yên DEM Partiyê Beybun Aslan, Agît Yîgît û endamên partiyê îro li taxên Alî Çavuş, Karşiyaka û Elkî yên navçeyê çûn serdana malbatan. Partiyan piştre li gundê Sergermavê bi gel re hatin cem hev. Di serdanê de endamên partiyê der barê hilbijartinê de agahî dan raya giştî û bang kirin ku di roja hilbijartinê de sindoqan biparêzin.

AMED

DEM Partî li Sûrê serdana esnafan kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Pinar Sakık Tekîn û Abbas Şahîn, parlamenter Serhat Eren, namzetên hevşaredarên Sûr û Rezanê û gelek kes beşdarî serdanê bûn.

Girseya ku ji rêxistina Sûrê heta buroya hilbijartinê meşiyan gelek caran bênavber dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "DEM Partî rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Gel di tevahiya meşê de dest ji tilîlî û çepikan berneda.

Namzetên hevşaredariyê û şandeya pê re pusûleyên hilbijartinê û broşurên DEM Partiyê belav kirin. Piştre kesên ku hatin buroya hilbijartinê li vir ji aliyê leşkeran ve hatin pêşwazîkirin. Li vir jî gel li ber stranên Kurdî û erbanê govend gerand.

RIHA

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Rahşan Yazar û Ûgûr Kahraman ên Serêkaniyê serdana dikandaran û malan kirin û piştre xebatên xwe yên hilbijartinê li gundan berdewam kirin. Namzetên ku li gundê Xirbesûfê ji aliyê welatiyan ve bi coş hatin pêşwazîkirin, mal bi mal geriyan. Di serdanê de yek ji malbatên qelebalix ên gund ragihand ku ew tev li DEM Partiyê bûne. 

Namzetên hevşaredariyê yên Pirsûsê jî piştî serdana Bazara Heywanan li Taxa Sarayaltî û Dîkîliyê dikandaran ziyaret kirin. Namzetên ku li gel rêveberên navçeyê yên DEM Partiyê û komeke qelebalix a xebatê ya ji dilxwazan pêkhatî geriya, bi coş hatin pêşwazîkirin. Li standa ku li navenda navçeyê hat vekirin, belavok û posterên DEM Partiyê hatin belavkirin. 

Namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer li navçeya Eyyubiyeyê beşdarî xebatan bû. Ozer tevî namzetên şaredariyê Adalet Erîş û Halîl Akbaş, li gundên Tûmpa û Kaplanê bi welatiyan re hatin cem hev. Gelek welatiyên li gund diyar kirin ku ew li benda şaredarîvaniya DEM Partiyê ne.

Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen jî piştgirî da xebatên li navçeya Karakopruyê. Namzet tevî komeke qelebalix çûn serdana Odeya Dermansazan û ji vir jî çûn Sîteya Tomerîfiroşan. 

Her wiha li ber navenda karsaziyê ya Ahmet Bahçivan stand hat vekirin û li vir broşur hatin belavkirin.

WAN 

Rêxistina Wanê ya DEM Partiyê amadekariya mîtînga ku dê sibê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin, dike. Partiyê ji bo beşdariya mîtîngê bang kir û li Tûşba û Îpekyolûyê broşur belav kirin. Namzetên Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan jî beşdarî xebatê bûn. 

Li Beşyolûyê, Kolana Cumhûriyetê, Kolana Mereşê û gelek kolanên din ên bajêr broşur hatin belavkirin û ji bo beşdariya li mîtîngê bang hat kirin. 

XARPÊT

Li navçeya Depê ya Xarpêtê civîneke gel hat lidarxistin. Civîna gel a ku Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî amade bû veguherî mîtîngê. Li navenda navçeyê bi beşdariya dehan wesayîtan tûra hilbijartinê hat lidarxistin. Piştî gera li navenda navçeyê bi hezaran kes beşdarî civîna gel a li ber buroya hilbijartinê ya li Yolçatiyê hat lidarxistin bûn.

Namzeta hevşaredariyê ya Depê Songul Duzgun bi silavkirina siyasetmedarên dîl Gultan Kişanak, Nurhayat Altun, Edîbe Şahîn, Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, dest bi axaftina xwe kir. 

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî got, “Ez bang li kesên ku ev meydan nedîtine dikim; ev gel e, ev partî ye, ev der têkoşîne. Îro we mizgîniya 31’ê Adarê da me. Gelê Kurd 40 sal in hebûna xwe nîşan daye û hewl dide ku encam bigire. Têkoşîna Mazlûm Dogan, Gultan Kişanak, Sakîne Cansiz ên ku li girtîgeha leşkerî ya 12’ê Îlonê li dijî Esat Oktay Yildiran li ber xwe dan, di sala 2024’an de îro li qada Depê mezin dibe.”

Gulîstan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî gelê Kurd neguheriye û got, “Dema li gorî wan be Kurd hene, dema ne li gorî wan be, ne Kurd û ne jî Kurdistan heye. Dema ku em li Meclîsê du peyvan bi Kurdî dipeyivin, mîkrofonên me digirin. Li wir siyaseta guran dimeşînin, lê dema ku bêşerm tên Amed, Colêmerg û Depê, ji nişka ve pê dihesin ku ew Kurd in.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Pirsgirêka Kurdan a ziman, pirsgirêka hemwelatîbûna qanûnî, pirsgirêka statu û nûnertiya siyasî heye. Bi milyonan pirsgirêkên Kurdan hene û divê bên çareserkirin. Çawa? Helbet divê bi rêyên aştiyane, demokratîk bên çareserkirin. Bêşerm tê û dengên Kurdan dixwazin. MHP, Ergenekon û Hizbulkontra bi hev re ji bo qirkirina Kurdan deng dixwazin. Dengê Kurdan ji we re nîne."