Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê êrîşa polîsan a Belçîkayê ya li dijî Medya Haber û Stêrk Tv bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên sîstema dewletparêz ên li hemberî çapemeniya azad a Kurd bênavber dewam dikin û wiha hat gotin: "Dewletên Ewropayê yên ji gef û şantajên Erdogan ên di şer û qirkirina Kurdan de israr dike ditirsin, jiyana Kurdan jehrî dikin."
Daxuyaniyê bal kişand ser wê yekê ku ne tesaduf e ku êrîşa dawî ya li dijî çapemeniya azad a Kurd, piştî serdana Hakan Fîdan a Brukselê hat kirin û wiha domand: “Di hilbijartinên rêveberiyên xwecihî yên 31’ê Adarê de rejîma qeyûman ji Kurdistanê hat avêtin. Kurd bi xurtî li pişt îradeya xwe sekinîn û windakirina li hemberî dîktatoriya faşîst xuya dike ku faşîzma AKP-MHP’ê dîn kiriye. Ji ber ku Kurd û Elewî ji bo demokrasiya herî kêm li dijî faşîzmê hatin cem hev û li hemberî desthilatdariya nijadperest û olperest winda kirin, dewlet weke gayekî ku sor dibîne êrîşî her kesê ku ne bi wê re ye dike.
Weke Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê, em êrîşa polîsên Belçîkayê yên li dijî Stêrk TV û Medya Haberê ku bi prensîba rojnamegeriya rast û objektîf weşanê dikin, bi tundî şermezar dikin. Bang li hikûmeta Belçîkayê dikin ku dev ji vê êrîşa neqanûnî berde.”
Medya Haber û Stêrk TV dengê Êzidî, Îslama Demokratîk, baweriya Elewiyan, jin, gel, feqîr, kedkar û gelên çar parçeyên Kurdistanê ne. Çapemeniya azad a ku dengê gel û baweriyên bêdewlet bi raya giştî ya cîhanê re parve dike, nayê bêdengkirin. Dewleta Tirk êrîşî Kurdan û dostên wan, bi taybetî jî li ser Çapemeniya Azad dike. Ev êrîş li dilê Ewropayê ku weke ‘dergûşa demokrasiyê’ tê naskirin pêk hat. Welatên Ewropayê li hemberî vê bêdeng man û ev jî encama polîtîkayên berjewendîperest ên pergala dewletparêz e. Em bang li Ewropa û bi taybet Belçîkayê dikin ku demildest dev ji vê şerma siyasî berde û êrîşên xwe yên li ser Medya Haber, Stêrk Tv û hemû rojnamevanên Kurd û Çapemeniya Azad rawestîne.
Em raya giştî ya demokratîk vedixwînin hevgirtin û têkoşîna hevpar dikin.”