Li Stokholmê li ser Zimanê Kurdî semîner hat dayîn

Bi pêşengiya Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê, Yekitiya Mamosteyên Kurd li Swêd û PEN'a Kurd wesîleya roja zimanê Kurdî semînerek dan.

Li paytexta Swêd Stockholmê li ser Zimanê Kurdî semînerek hat lidarxistin. Semîner bi yek deqe rêzgirtinê destpê kir û li pey xwendina helbest û stranê semîner bi mijarên hatî destnîşankirin, destpê kir.

Piştî xwendina helbestek ji helbestvan Aynûr Aras, li ser mijara Ziman û Medya ev tişt hate gotin: “Ziman bi riya tv, radyo, rojname û kovara rojaneyî dibe, pêş dikeve û hemdemiya xwe distîne.

Kurdan ji ber hezkirina xwe zimanê xwe parastine. Lê mixabin di van salên dawî de ew hezkirina kurdan jî kêm bûye. Nivîskar, dema tiştek dinivîsin, lazime zimaneke sade û zelal hilbijêrin da ku her zarok an her xwendevanek Kurdî bi karibe bi hêsanî jê fam bike. Em weke mamoste, rewşenbîr, nivîskar lazime her gotin, her nivîs û her tiştê ku bikin, lazime bi zarok û ciwanên xwe bidin hez kirin, em vîna ji bo ziman xurt bikin.”

Semînera ku danê nîvro seet 13:00'an li salona ABF ya taxa Varby Gord destpê kir, heya bi danê êvarî seet 17:00'an domand.