Li Fransayê êrîşa bi kêrê: 5 kes birîndar bûn, 4 jê zarok in

Li Annecy a herêma Haute-Savoie ya Fransayê, kesekî ku tê gotin ji Sûriyeyê ye bi kêrê êrîş kir. Di encamê de 5 kes birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in.

Êrîş saet derdora 09:45'an pêk hat. Li parkeke Annecy êrîş li ser zarokên biçûk hate ikrin. Di êrîşê de 4 zarokên nêzî 3 salî û mamosteyek birîndar bûn.

Hate ragihandin ku ji birîndaran rewşa 2 zarokan û mamoste giran e. Êrîşkar ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Li gorî nasnameya ku li ser êrîşkar hate dîtin, di sala 1991'ê de li Sûriyeyê ji dayik bûye.

Li gorî medya Fransayê êrîşkar 10 sal bûn li Swêdê bû û di 26'ê Nîsana 2023'an de daxwaza wî ya penaberiyê hate qebûlkirin.

Êrîşkar dawiya meha Mijdarê ya 2023'an hat Fransayê, li vir daxwaza penaberiyê kir, lê belê ji ber ku mafê penaberiyê li Swêdê stand, li Fransayê nehate qebûlkirin.

Li gorî AFP'ê qeydeke êrîşkar li nava servîseke dewletê nîne.