Kurdistanî û dostên wan ên li Atînayê li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) ji bo rakirina tecrîdê û li dijî dagirkeriyê çalakiya lezgîn li dar bixin, li ber Parlamentoya Yewnanistanê hatin gel hev û çalakî li dar xistin.
Di çalakiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin û pankartên şermezarkirina dagirkerî û tecrîdê vekirin.
Di çalakiyê de êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk a qirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.
Piştî daxuyaniyên bi zimanên Îngîlîzî û Yewnanî hatin dayîn, girseya gel bi berzkirina dirûşmeyan, çepik û tilîliyan ji bo demekê çalakiya rûniştinê pêk anî. Belavokên li ser tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hatin belavkirin.
Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Dîktator Erdogan" bi dawî bû.