KOMAW: Em ê xwedî li saziyên xwe derkevin

KOMAW’ê êrîşên li ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê şermezar kir û diyar kir ku ew ê xwedî li saziyên xwe derbikevin.

Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) têkîldarî serdagirtina Stêrk TV û Medya Haber TV daxuyanî da.

KOMAW’ê di daxuyaniya xwe de wiha bertek nîşan da:

“Çapemeniya Azad a Kurd çav û guhê Kurda ne. Saziyeke girîng e ku êşkence, qirkirin û komkujiyên dewleta Tirk a faşît ji raya giştî ya cîhanê re radigihîne.

Ji ber vê yekê ji bo malbatên şehîdan û gelê Kurd girîng e. Saziyeke girîng a weşanê ye ku tenê rastiyan bi raya giştî ya Kurd û raya giştî ya navneteweyî re parve dike.

Ev sazî bazirganiyê nake ku bacê bidize, di destê vê saziyê de çek nîne ku dest deyne ser mal û milkên gel û zirarê bide. Di destê xebatkarên vê saziyê de tenê pênûs û mîkrofon heye û ji bo nivîsîn û weşandina nûçeyên rast bikar tîne.

Ev serdegirtin bi eşkere ev yek îfade dike; nêzîkatiyeke siyasî û antîdemokratîk e. Gelê Kurd gelek berdêl da û ev saziyên demokratîk ava kir.

Em Saziyên Malbatên Şehîdan û hemû malbatên şehîdan ku berdêl dane, em ê di vê mijarê de hestiyar bin û xwedî li saziyên xwe derkevin.”