KNK’ê: Divê komkujiya 1915’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin

Konseya Rêveber a KNK’ê qurbaniyên Seyfo ya sala 1915’an a ku bi destê împaratoriya Osmanî pêk hatî bibîr anî û bang li tevahiya dezgehên peywendîdar kir ku vê komkujiyê weke qirkirinê qebûl bike.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî Qirkirina Seyfo ya sala 1915’an û siyaseta qirkirinê ya ku tê meşandin şermezar kir. Konseya Rêveber a KNK’ê di serî de qurbaniyên Seyfo bibîr anî û ev tişt gotin:

“Împaratoriya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915’an de, dijî gelên xwecihî yên Mesîhî (Xiristiyan) ku li erdnîgariya Mezopotamya û Anatoliya dijîn, qirkirinek mezin pêkanî. Hejmareke mezin a Kurdên Êzidî jî bi ber vê jenosîda wan ketin. Di vê qirkirine da rêveberên Cemîyeta Îttihat Terakî, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û Artêşa Osmanî, efserên di Artêşa Osmanî da kar dikirin, li hemberê mirovahîyê sûc kirin. 

Ji bo ku gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî ji dîrokê rakin û çanda wan tine bikin qirkirinek bi vî rengî pêk anîn. Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e, ne pêkan e ku were înkar kirin. Bi belgeyan hatiye pişt rastkirin ku di van komkujiyan de zêdetirî mîlyonek û nîv mirov hatine qetilkirin. Qeydên nufûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastiyê pişt rast dike.

Ji gelê Asûrî-Suryani-Kildanî zêdetirî nîv mîlyonê, ji gelê Ermenî jî di ser mîlyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin. Bi sed hezaran kes jî, ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin koçber kirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilman kirin û bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bi cih bûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêran kirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteser kirin û xesp kirin. Kuştin û tinekirina gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên çandî û dîrokî yên wan rewa hate ditin; bi bangên cîhadê û bi fermanan paksaziya etnîk û olî hate kirin. 

Împaratoriya Osmanî, axa Mezopotamya û Anatoliya dagir kir û bi sedsalan talan kir û di sala 1915’an da jî ev gel qir kirin ku ji vê birîna jenosîdê hêj jî xwîn diherike. Ev travmaya ku bi serê van gelan hatî ev sed û heşt sal in li ser nifşên nû bûye trajedî ku bi bîrhatinên gelek tahl ve tijî ye. Piştî jenosîda ku sed û neh sal ji ser ra derbazbûyî, eger Komara Tirkiyê ku mîratxwera împaratoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl neke hingê dibe şirîkê vî sûcî ku ev tê wateya bi awayekî din domandina jenosîdê. Bi munasebeta 109’emîn sala jenosîdê em bang li Komara Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê jî bîne cih.

Em weke KNK’ê, jenosîda sala 1915’an careke din bi tundî şermizar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dezgehên peywendîdar ve bê qebûl kirin.”