FED-DEM’ê kongreya xwe ya 5’emîn li dar xist

Saziya Kurdên li bakurê Elmanyayê FED-DEM’ê li bajarê Bremenê kongreya xwe asayî ya 5’emîn li dar xist.

Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li bakurê Elmanya (FED-DEM) ku li eyaletên Nîedersachsen, Hambûrg û Bremen ên Elmanyayê pêk tê, 5’emîn kongreya xwe ya asayî li Mala Cemê ya Bremenê li dar xist.

Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistan û şoreşê û bi hilbijaratina dîwanê dest pê kir.

Di bin sêwana FED-DEM’ê de 14 tîmên futbolê, 7 herêm û 9 meclîsan, 4 mizgeft, FEDA, NAV-YEK û pêkhateyên Rojava yên girêdayî CÎK'ê jî hene.

Di kongreye de aktivîsta Tevgera Jinên Kurd Zeynep Delal Bafê axivî, geşedanên sala 2022'an ên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxand. Bafê ev nirxandin kirin: “Tevgera me di sala 2022’an de xwedî cihekî dîrokî bû. Di tunelên şer de şerekî destanî hat kirin. Di vî şerî de me gelek hevalên hêja winda kirin. Em di dîroka Kurdistanê de dikevin sedsaleke nû. Di sedsala derbasbûyî de Kurdistan ji aliyê çar dewletan ve hat dagirkirin. Hêzên navneteweyî ev şer kordîne kirine û dikin. Lê îsal em di pêvajoyeke girîng a hilbijartinê re derbas bûn. Ya rastî em bi îdiaya ku hesabê sedsalê bipirsin ketin hilbijartinê. Me wiha bi nav kir. Lê belê em di pratîkê de wiha nêz nebûn. Berê me hilbijartin weke eniyek têkoşîna demokratik dinirxand. Vê carê em bi asayî nêz bûn. Li aliyê din jî dewleta Tirk dîmenê weke ku hilbijartinek demokratik heye nişan da. Di bin êrîşên qirkirinê de me pêvajoya hilbijartinê meşand. Hêzên derve piştgirî dan Erdogan ku bê hilbijartin. Di hundir de jî Erdogan bi hemû hêza xwe li ser gotinên dewlet ji dest diçe ava kir.”

Bafe bal kişand bi ser kêmahiyên di pêvajoya hilbijartinê de û got: “Xala din jî hilbijartina namzetan. Me xebatên hilbijartinê li Ewropayê kirin. Kêmahiyên me ya motîvasyon û rêxistinbûnê hebû. Divê em nekevin xefxa rojeva ku dewlet diyar kiriye. Nirxên partiya me tên nîqaşkirin û heqeretê dikin.”

Piştî nirxandina pêvajoya siyasî, rapora rêxistinî û aborî ya FED-DEM’ê ji delegeyan re hate xwendin. Li ser agahiyan, li ser navê Komuna Rojava Şêrzad Elo, ji herêma Hambûrgê Hûrî Ana, ji herêma Kasselê Selahattîn Bîlîm û li ser navê meclîsê Engîn Sever, Fatma Saka û Saît Bîlgîn nirxandin kirin.

Piştî ku raporên rêxistinî û malî hatin xwendin û ji aliyê delegeyan ve hatin qebûlkirin, hilbijartinên dîsîplîn, çavdêrî, rêveberî û hevserokatiyê yên FED-DEM’ê hatin kirin. Ji bo Hevserokatiya FED-DEM'ê Sebahat Ergîn û Îhsan Altindag hatin hilbijartin.