TEV-ÇAND: Hozan Mizgîn hunera Kurd a şoreş gihand qonaxeke nû

TEV-ÇAND'ê Hozan Mizgîn bibîr anî û got, "Hevrê Mizgîn, bi ruhê Apoyî hunera Kurd a şoreşgerî derxist asteke nû û mafê wê ye ku di muzîka Kurd de weke sembolekê were bîranîn."

TEV-ÇAND'Ê bi wesîleya salvegera şehadeta wê de Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) bibîr anî.

TEV-ÇAND'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em Mizgîn-Gûrbet Aydin ku ruhê Apoyî yê muzîka Kurd e bibîr tînin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku hunermendeke dema karên şer û hunerê bigihîne hev, dikare rê li ber gelek pêşketinên şoreşgerî veke û wiha hat gotin: "Hozan Mizgîn-Gûrbet Aydin ku muzîka Kurdî û temsîliyeta milîtaniya xeta azadiya jinê bi hev re bi cih anî, bi huner û şerê xwe ve bû kesayeteke heqîqetê.

Hevrê Mizgîn, ku bi dengê xwe yê mîna avê paqij, bi milîtaniya xwe ya mîna agir, nirxên watedar tevlî têkoşîna azadiyê kir, ev nirx kir malê civakê, şoreşê û bi ruhê Apoyî hunera Kurd a şoreşgerî derxist asteke nû. Lewma hêja ye ku Hevrê Mizgîn weke semboleke muzîka Kurd bê bîranîn.

Zarokên Kurd ên bi deng û muzîka wê mezin bûne, mîna wê li çiyê û bajaran bi ruh û coşa muzîka wê şer dikin û li ber xwe didin. Keçên ciwan ên dane ser şopa wê, mîna wê bûne zimanê heqîqet û çalakiyê."

TEV-ÇAND'ê da xuyakirin ku muzîka Hozan Mizgîn muzîka şoreşê ye û got, "Gotinên wê vegotina helbestî ya bedeqwiya Kurdîtî û civakîbûnê ye. Çalakiya wê jî temsîla fedaî ya jinên Kurd ên azad e."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku deng, awaz û milîtaniya Hozan Mizgîn wê ji nifşên siberojê re bên ragihandin û ew bi rêzdarî hat bîranîn.