Serlêdana dawî ya pêşbirka stranên Kurdî ya li Awusturyayê sibê ye

Serlêdana dawî ya pêşbirka stranên Kurdî ya li Awusturyayê sibê ye

Tevgera Çandê yê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) li paytexta Awusturya Viyanayê pêşbaziya stranên Kurdî li dar dixe. Serlêdanên dawî yên ji bo pêşbirka bi hemû zaravayên Kurd sibê bi dawî dibe.

Dê gelek kes ji bajarên cûda yên Awusturyayê dê beşdarî pêşbirkê bibin. Amadekariyên destpêkê yên pêşbaziyê ji 16’ê cotmehê ve dest pê kirin. pêşbirka stranên Kurdî dê di 1’ê berfanbarê (Kanûn) de li 21’emîn Sienmensstrasse ya Viyanayê bê lidarxistin.

Xelatên di pêşbirkê de bêne qezençkirin, dê di pîrozbahiya Newroza 2013 ya li Viyanayê de bê dayin. Kesên ku bibin yekemîn dê tevlî bernameyên televîzyonê bibin. Kesên ku dixwazin dikarin heta 25’ê cotmehê serlêdan bikin.

Hozan Comert, hunermend Alî Guler, Bawercan û Şengul dê juriyê de cih bigirin. Fînala pêşbaziyê dê 1’ê mijdarê li Viyanayê pêk bê.

Komîteya Amadekar dazanîn ku ew ê di şahiya pêşbirkê de hunermendên nemir ên Kurd Serhat û Mizgîn bi bîr bînin û diyar kir ku armanca wan ew e ku mûzîka Kurdî bi nifşê nû bidin hezkirin.