Şagirtên qursa Kurdî ya li Lînzê dîplomayên xwe girtin

Li bajarê Awûstûrya Lînzê, piştî bidawîbûna perwerdeya Kurdî, şagirtan dîplomayên xwe wergirtin.

Li bajarê Awûstûrya Lînzê, piştî bidawîbûna perwerdeya Kurdî, şagirtan dîplomayên xwe wergirtin.

Mezûnên serdema destpêkê ya qursa perwerdeya Kurdî, ku di bin sîwana TEV-ÇAND'ê ya li Lînzê ji aliyê mamoste BawerCan ve tê dayîn, dîplomayên xwe stendin. Qurs bi beşdariya 11 kesan 3 mehan dewam kir û serdema destpêkê bi awayekî serketî bi dawî bû.

Karakaş di axaftina xwe ya li merasîmê de got, "Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên AKP li Kurdistanê li dijî Kurdan dimeşîne, em soz didin ciwanên xwe yên bi kolandina xendekan vîn û rûmeta gel diparêzin, em ê jî bi biryardarî xwedî li çand û zimanê xwe derkevin."

Şagirtan dîplomayên xwe ji destê Mamoste Bawercan û Rêveberê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, wergirtin. Serdema duyemîn a qursê wê di meha Adarê de destpê bike.

...