Mizgînî li we zarokên Rojava 'Mizgîn' hat

Mizgînî li we zarokên Rojava 'Mizgîn' hat

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo zarokan bi navê, “Mizgîn” kovarek ku bi kurdî û erebî tê amadekirin, tê weşandin.

Kovara ku ji aliyê Saziya çapemeniyê Ronahî ve tê amadekirin, mehê carekê tê weşandin. Di kovarê de ji bilî wêneyên ku zarokan bi xwe çêkirine, zimanê kurdî jî tê fêrkirin.

Kovara ku cîh dide çîrokên zarokan jî, ji bo zarokên Rojavayê Kurdistanê wekî çavkaniyek baş tê nirxandin. Kovara ku rengareng tê amadekirin, li tevahiya Rojavayê Kurdistanê tê belavkirin.