Mihrîcana Şaredariya Wanê bi konseran bi dawî bû

Mihrîcana Şaredariya Wanê bi konseran bi dawî bû

Parka Çandê û Qada Mîhrîcanê ya Şaredariya Wanê bi konereke bêhempa hat vekirin. Konser ku komên muzîkê yên kurd, ermenî û tirk derketin ser dikê bi hezaran tevli bûn

Parka Çandê û Qada Mîhrîcanê ya Şaredariya Wanê şevî din bi konsereke bêhempa hat vekirin. Komên muzîkê yên ku bi gelek zimanan stranên xwe gotin konserê vegerandin deryaya ziman û rengan. Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, Parlamanterê Parlamantoya Ermenistanê Akhoyan Aragats, Wekîlê ŞAredarê Wanê Sabrî Abî, Serokê BDP'a Wanê Yakup Ataş, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û bi hezaran kes jî tevli konserê bûn.

Li ser dika ku ji aliyê şaredariyê ve nû hatiye çêkirin postereke mezin a Şaredar Bekîr Kaya kul i serê 'Îradeya gel 91 roj in ku esîr e!" hat hilawistin. Li pêşiya dikê jî gotina Bekîr Kaya ya ; "Dê parka çandê bêhnekê bi bajarê me bide standin, dê ev qad bibe deng û rengê bajarê me dê bibe şahidê hevdîtinên mezin. Ez vê xweşikahiya bêhempa ya bajarê me diyariyê zarokên dilêr, jin, kedkar û hemû gelê me dikim" hat daliqandin. Di konserê de Koma Van Project a ku berî du rojan li Amedê jî konserekê da û komeke ji ermenistanê ye derket ser dikê. Kom bi stranên xwe ve car caran girseyê coşand û carcaran jî bi zêmarên ku gotin demên hestewar bi beşdaran dan jiyîn.

'PARK DÊ BIBE QADA MIHRÎCANÊ'

Piştî koma Van Project Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî derket ser dikê û axaftineke kurt kir. Abî got ku hîmê Parka Çandê di salên 1980'yî de hatiye avêtin lê ji wê demê heta serdema wan tu xebatekê lê nehatiye kirin. Abî diyar kir ku roja pêşîn ku erka şaredariyê wergirtine li ser daxwaza Şaredarê Wanê Bekîr Kaya zend û bendên xwe ji bo çêkirina vê parkê badane û axaftina xwe wiha domand: "Ev park êdî dê bibe qada çalakî û mîhrîcanên ku li bajarê me werin lidarxistin. Hem di warê qadên hêşîn, hem di warê çand û hunerê de û di qada civakî de bajarê me êdî ketiye qonaxeke dîtir. Em ê vê qonax û pêvajoyê bi alîkaiya gelê xwe bidomînin. Ev park û qada mîhrîcanê şaredarê me Bekîr Kaya ku bi awayekî dijhiqûqî hat girtin gelek girîngî didayê. Me jî bi xebata xwe vê parkê wekî ku şaredarê me xeyal dikir temam kir. Em hêvî dikin ku şaredarê me Bekîr Kaya jî rojekê ji rojekê zûtir vegere nav me û em xebatên xwe bi hev re bikin."

PEYAMA BEKIR KAYA HATE XWENDIN

Piştî axaftina Abî Koma Kekemçeyê ya Mêrdîmê Koma Nevaf derket ser dikê. Kom bi starnên xwe yên yek ji yekê din xweştir gel coşand. Koam ku heta li ser dikê bû bi stranên xwe yên ku rîtmên wan lez kir ku bi sedan kes qor bi qor govendê bigerine. Piştî Koma Nevaf nameya ku Şaredaar Bekîr Kaya ji girtîgehê rêkiribû hat xwendin. Kaya di nameya xwe de wiha digot: "Tam 90 roj bidawî bû ku bi aawaayekî mecbûrî ji we dûr ketime. Min jîg elek dixwest ku ligel we bûma û bi we re staranan bigota. Lêh elbet pê dizanim ku ev niha ne pêkan e. Lê hûn jê bawer bin ku ez ji vê derê coş û heyecana we hîs dikim û hemn stranan dibêjim. Dê tu dîwar, tu deriyên hesin, tu pêkutî dê nikaribe hestên ku em bi hev re hevpar dijîn asteng bikin. Di encamê de em li bin heman esmanî, her roj silav didin hev, di encamê de em bi heman nanê ku ji van axan tê çêkirin xwe têr dikin, heman hewa, heman xeyal, heman hêvî, heman xemgîniyê em bi hev re parve dikin. Hûn hemû bi xêr hattin vê hevdîtina me ya bêhempa. Îro roj, roja silavkirina heman esman, hev û rojê ye."

'QIRKIRINA SIYASÎ DIDOME'

Bekir Kaya di berdewam nameya xwe de destnîşan kir ku ji sala 2009'an û vir ve ji ber operasyonên qirkirina siyasî bi hezaran syasetmedar di girtîgehan de ne û name wiha berdewam kir: "Dewlet bi esîrgirtina van hevalên me, dipayê ku ew ê pirtsgirêka kurd çareser bike. Lê ji 2009'an û vir ve pirsgirêka kurd nehat çareserkirin, nberovajiyê vê yekê pirsgirêk her ku çû kûrtir bû. Mirin, stêrkê çavan, çewisandin, pêkutî, operasyon û hwd bûn bûyerên normal ên rojê. Min hêvî ku ev mirin di demekê kin de bidawî bibin, em hêvî dikin ku ji bo ku ev şerê qirêj zûtir bidawî bibe dê gelê me jî dengê xwe ji her demê bilindtir bike." Piştî ku peyama Kaya bidawî bû fîşekên hewayî hatin teqandin û gel bi yek dengê bê navber dirûşma 'Şaredar Bekir' qêriya.

ŞEVBÊRK BI STRAN Û GOVENDÊ BI DAWÎ BÛ

Piştî axaftinan koma Akunq Ensemble ya Ermenistanê derket ser dikê. Koma ku xwedî muzîk û dekoreke xweser bû demên xweş bi beşdaran dan jiyîn. Di dawiya konsera xwe de jî endamên kom êli ser dikê mînakên ji govendên ermeniyan pêşkêşî gel kirin. Di dawiya şevê de jî koma Mogollar derket ser dikê. Slîstê komê Cahît Berkay ligel stranên xwe yên herî tên naskirin ji stranên Cem Karaca û Bariş Manço jî stran gotin. Koma ku biqasî saet û nîvekê li ser dikê mah erî dawî jî bi girseyê re strana xwe ya bi navê 'Bîr şey yapmali- Divê tiştekî bê kirin' got. Şevbêrk bi stran û govendan bidawî bû.