Mihrîcana FilmAmedê bi dawî bû

Mihrîcana FilmAmedê bi dawî bû

2'yemîn Mihrîcana Belgefîlman FilmAmed ku li navenda Çanda Ciwanan ya Cigerxwînê di navbera 20-26'ê gulanê de pêk hat bi merasima xelatan bi dawî bû.

2'yemîn Mihricana FilmAmed bi tevlîbûna gelek film û belgefîlman di navbera 20 û 26'ê gulanê de li Amedê pêk hat bi dawÎ bû. Di vekirina mihrîcanê de guhdariya muzîkê û filmê bi navê Dengê Derî ya ku li ser operasyonên leşkerî hatiye çêkirin dest pê kir. Di mihricanê de Koma Erbanê, koma govendê û Koma Rêzdar derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkeş kirin.

Mihrîcana belgefîlman Mihrican bi merasimek bi heybet bi dawi bû. Di mihricane de xelata belfefîlma herî baş Rodî Yuzbaşi bi fîlmê "Maya" û Halil Aygun bi fîlmê "Dom" û bi fîlmê "Dengê derî jî xelata jûriya taybet hate wergirtin. Di bernameya xelatdayînê de Parlementera BDP'e ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Ezel Akay, Şehbal Şenyurt, Talîn Suciyan, Viyan Mayi, Ekrem Heydo, Teymur Evdike, Sincam Koçer û gelek welatî amade bûn.

Di merasimê de Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan, anî ziman ku wan gelek rastî û geşedan ji belgefîlman fêr bûne û wiha got: "Em têkoşîn û raperîna Deniz Gezmiş, Che, Îbrahim Kaypakka, Kemal Pir ku çawa di girtîgehan de di ber xwe dane fêr bûn. Dîsa komkujiyên li Mereş, Çorûm û Dêrsimê em ji van belgefîlman fêr bûn.

Li ser navê endamê juriyê jî Şehbal Şenyurt, anî ziman ku li Tirkiyeyê welatyên ku dijîn xwedi mafin ku gelke zimanan fêr bibin û wiha got: "Ji ber polîtîkaya netew-dewletbûnê ev mafê me yê pir zimanî û pir çandî ji destê me tê girtin. Ji bo ku em vî mafê xwe dîsa bi dest bixin têkoşîna me didome. Ev belfefîlm ji bo gel ziman, çand û êşa hev fam bikin girîng in. Di vê pêvajoya ku welatî ji doza KCK'ê ten girtin de ev mihrîcan gelek grîng e.

Dîrektorê Mihrîcanê Îlhan Bakir, anî ziman ku sînema û huner amûr û alavê ku mirov pê derd, êş û şahiyên xwe bîne ziman e û wiha got: "Her roj operasyonên bi navê KCK'ê pêk tên û her roj mirov tên girtin. Ji dewletê re kurdî serbest e, lê ji kudan re kurdî qedexe ye. Ev ne hedê tu kesi ye ku ji kurdî re bêjin zimanê nayê zanîn. Ev çawa çê dibe?"

Di merasima bi dawîbûna mihrîcanê de belfefîlma Zeynep Koç a "O mevsimde kaldı acılar", Kamer Erdogan a "Ezo", Ersin Çelîk a "Min Rastî Nivîsand" û Ozgur Oruç a "Avede Kadavra" xelatên projeyê girtin.

Di xelata Juriya Gel de belfefîlma Asmin Bayram a "Disa jî Aşîtî", di Xelata Akademiya Hunerê ya Cegerxwîn de Şilan Saadî a "Jel û Berg û Mukriya" û di Xelata Taybet a Jûrî de Halît Firat û Metîn Çelîk bi belgefîlma "Dengê Deri" xelat wergirt.

Xelata Kameraya Halîl Dag ku bi dengê Xwendekarên Akademiya Hunerê ya Cegerxwîn û Akademiya Hunerê ya Aram Tigran hate hilbijartin, belefîlma Najat Nawi a "Alai Cigor" ku komkujiya sivîlên li Qandilê di mombebaran balafirên tirk de tîne ziman girt. Xelata fîlmê herî baş jî Rodî Yuzbaşi bi fîlmê "Maya" û Halil Aygun bi fîlmê "Dom" û bi fîlmê "Dengê derî jî xelata jûriya taybet hate wergirtin. Merasim bi Koma Dengbêjên Botanê bi dawî bû.