Meclîsa Çandê ya Marsîlyayê kongreya xwe pêk anî

Meclîsa Çandê ya li bajarê Fransa Marsîlyayê, kongreya xwe ya 5. lidar xist.

Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşa Kurdistan û cîhanê destpê kir.

Li dû nirxandina rewşa dawî ya siyasî, bal hat kişandin ser têkiliya hunermend bi siyasetê û berpiryariyên siyasî re. Beşdarên kongreyê rola pêşengiyê ya hunermend destnîşan kirin û sekna kêmmayî ya hunermendan li pêşberî pêvajoyê rexne kirin.

Di kongreyê de rapora karê salekê yê Meclîsa Çandê hat xwendin û nirxandin. Li ser navê TEV-ÇAND'ê Adnan Roj axivî û diyar kir, armanca bingehîn a meclîsên çandê pêşîgirtina li asîmîlasyon û pêşvebirina çanda neteweyî ye.

Di dawiya kongreyê de ji bo Berdevkiya Meclîsa Çandê ya Marsîlyayê Cuneyt Kartal hat hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.