Li Rennesê pêşangeha 'zarokên kurd yên di şer de'

Li Rennesê pêşangeha 'zarokên kurd yên di şer de'

Di çarçoveya Hefteya Piştevaniya Navneteweyî ya ku ji aliyê Mala Rennes a Navnetewî de hat organîzekirin pêşangeha bi ser navê ‘Zarokên kurd yên di nava şer de’ hat vekirin.

Rewş zarokên kurd yên di bin zext û tundiyên mezin de ne, binçavkirin, girtin, cezakirinên wan bi wêne û şahidan hatiye vegotin. Pêşangeh zarokên mexdur vedibêje.

Pêşangeha ji bo piştevaniya zarokên kurd yên girtî hate vekirin, vê mijarê baş dinirxîne û her wiha aliyê zext û zordariyan yên li ser gelê kurd tê nîşandan.

Komeleya Dostaniya Kurd a Brotonya û Mala gel a Kurd ya Amara organîze kir û diyar kirin k udi girtîgehan de li ser zarokan di temenekê gelek biçûk de zextên îdeolojîk tên kirin û her wiha her sibeh bi ‘Ez çi kêfxweş im ku ez tirk im’ dest bi rojê dikin.

Gelek dilsoz jî tevli pêşangehê bûn. Navenda Enformasyona Kurdistanê alîkariya xwe qut nekir û parlamentera Ewropayê Marîe-Chrîstîne Vergîat jî piştgirî dayê.

Wêneyên pêşangehê ji aliyê Gulnaz Bîlge Duman ve hatin cem hev û şahid jî Esra Çîfçî ve hatin berhevkirin.

Ev pêşangeha ji roja duşemê heta roja pêncşemê saet di navbera 16.00 û 20.00’an de li malên komeleyan ya bi navnîşana ‘6 Cours des Alliés, RENNES, salle Gwened’ dê vekirî be.