Li Isselburg ê şeva piştgiriya Çira TV

Li Isselburg ê şeva piştgiriya Çira TV

Roja 18ê mijdarê li bajarê Almanya Iselburgê Şeva Piştgiriya bi Çira Tv re, bi beşdarbûna Koma Otobusa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev zêdeyî 2 meha ye li seranserê Ewropa digere, nûnerên gelek saziyan, Dayikê Aşitiyê, rewşenbir, siyasetmedar, hunermend, karsaz û ji hemû beşê civakê hate lidarxistin.

Şeva piştgiriyê bi pêşkêşvaniya Hunermend û Şanoger Amele re dest pê kir. Bernama şevê bi sirûda Ey Reqîb ji aliyê hunermend Xemdar,Bedil, Canê û Kewê ve hat vekirin. Piştre Koma Ezda derket ser dikê û stranên xwe pêşkêşî gel kirin.

Di şevê de peyama KCDê hate xwendin. Li ser navê Koma Otobusa Ji Ocalan re Azad, Serokê KON-KURDê Îsmet Kem axaftinek kir. Her wiha siyasetmedarê kurd Muzafer Ayata li ser rewşa dawî û giringîya weşana nûh axaftinek kir. Li ser navê BDP ê peyama Parlementera Qersê Mulkîye Bîrtane hate xwendin.

Her wiha, li ser navê komîteya amadekar û komîteya Weşanê Cercur Cemîl axaftinek kir. Peyama (FKÊ) ji alîyê Cahît Zerdeştî ve hate dayin.Her weha gelek Mal û Komelên Êzdiya bi beşdarbûn xwe û peyamên niviski piştgirtin dane şevê.

Bernameya ҫand û hunerê ya şevbêrkê gelekî dewlemend bû.Usiv û Xwedêdayê Feto, Hozan Xemdar, Hozan Canê, Koma Rizgar ,Hozan Bedil, Weysî Emer û Îsmet û Hozan Kewê bi stranên xwe yên şoreşgerî û gelêrî gel coşandin. Bi kêfxweşî û moalekî xurt şev bi dawî bû.

Hêjayê gotinê ye di dema şevê de, berxwedana dirokî ya greva birҫibûnê li zindanê Kurdistanê û Tirkiyê di hate berdewamkirin, li ser banga Rêberê Gelê Kurd di roja 68emîn de hate bidawikirin. Ji aliyê gel ve bi kefxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin, heycan û germbûna şevê ҫend qat zêdetir kir.