Komîteya Ziman a KCK: Çalakiya Ercan û Medya pratîze bikin

Komîteya Ziman a KCK: Çalakiya Ercan û Medya pratîze bikin

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê ji bo gelê Kurd li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyek da û diyar kir “Jixwe bi vebûna dibistanan re gelê me li gelek herêman hestiyariya hewce dikir nîşan daye. Baweriya me pê heye da ku, herêmên hestiyariya hewce dikir nîşan nedaye jî wê di demeke kurt de bi vê erka xwe ya bi şeref û dîrokî rabin.” Komîteyê bal kişand ser helwesta malbata Ercan Mêrdînî û Mamoste Medyaya biçûk û got; “Nîşan dane ku, Kurt dikarin bi çalekiyeke bêîtîatiyê ya wiha perwerdeya dewletê ji binî de red bikin û ji ber ku xwestekên wan ên bi zimanê zikmakî perwerde jiyanî nebûye her kes dikare malên xwe bizivrîne dibistanekê.”

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê derbarê vebûna dibistanên Tirk ên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da û helwesta malbata Ercan Mêrdînî û Mamoste Medyaya biçûk weke mîna nîşan da.

PÊVAJOYA FÎNALÊ

Daxuyaniya Komîteyê wiha ye; “Pêvajoya ku em tê re derbas dibin weke pir caran tê ziman pêvajoya fînalê ye. ji ber vê yekê ye ku, biryara ji binî ve redkirina saziyên perwerde û leşkeriyê ya rêxistina me, xwediyê mane û girîngiyeke dîrokî ye. Mane û girîngiya vê biqasî biryarê bi xwe net û di cih de ye. Ya rast her çendî weke niha ne bi berfirehî be jî, di demên borî de jî çêbibû. Bi taybet di qada perwerdeyê de; di salên borî de ev çalekiya ku em weke bêîtîatiya sivîl bi nav dikin, bi awayê boykot û meş hatibû pratîzekirin. Tevî ku hin qezencên vê pêvajoyê çêbibûn jî, nebesiya vê bi fikir û pratika beredayî ya dersên hilbijarte hatibû fêmkirin. Yanî em dikarin bêjin sîstemê bi vê pratîka xwe şiyariyek daye me, çalakvaniya weke boykotên demî û hwd. Bi tiştekî nehesibandiye û hewl daye vê bi helwesteke beredayî ya dersên hilbijare ji ser çavên xwe biavêje. Em weke rêxistin û gel ne xwediyê wê mafê ne ku, di aliyê armanc û amûrên em bi kar tînin de ne zelal bin, nebes û kêm bimînin an jî şikla têkoşîna xwe rojane nekin, li gorî pêwîstiyên pêvajoyê neguherin.

Dibe ku di pêvajoyên derbas bûyî de çalakiyên weke boykotên demkurt û hwd. perwerdeya zimanê zikmakî xistiye rojevê û kêm jî be daye nîqaşkirin. Lê belê îro hem pêşketinên li Rojavaya Kurdistanê hem jî pêngava ku HPG’ê di qada leşkerî de daye destpêkirin, daye hewcekirin ku pîvanên têkoşîna bi zimanê zikmakî jî werin bilindkirin. Dîsa wekî me di destpêkê de diyar kiriye, boykota sînordar ji aliyê dijmin ve bi vî awayî hatiye şîrovekirin; “jixwe naxwazin qut bibin, em du-sê seatan dersê hilbijare bidin û xwe ji vê belayê xilas bikin”. Dîsa şert û merca ji bo me herî girîn ku azadî, tendirustî û ewlekariya Rêbertiya me ye, ji aliyê dijmin ve li dijî rêxistin û gelê me bi temamî weke amûreke şantajê tê bikaranîn, em nikarin zarokên xwe yên ku Rêbertiya me ji wan re dibêje “generalên min ên biçûk, pêşeroja me” ji bo ku her yek ji wan bibe kujerê çand Kurd bişînin navendên asîmîlasyonê.

DÎSA ŞOREŞ LI HÊVIYA FEDAKARIYA ME YE

Bi kurtahî dîsa şoreş li hêviya fedakariya me ye. Lê, em vê pir baş dizanin ku; çawa ku gelê me yê leheng û fedakar, ji bo pêşeroja me ya azad û bişeref, bi dehezaran ewladên xwe yên ji canê xwe hê zêde jê hez dikir, bêyî ku bikeve nav fikaran bi rê kiriye çiyayên azad û şehadetê; dema ku vê erka giranbiha bi cih tîne jî wê nekeve ti fikaran. Jixwe bi vebûna dibistanan re gelê me li gelek herêman hestiyariya hewce dikir nîşan daye. Baweriya me pê heye da ku, herêmên hestiyariya hewce dikir nîşan nedaye jî wê di demeke kurt de bi vê erka xwe ya bi şeref û dîrokî rabin. ^

HELWESTA ERCAN MÊRDÎNÎ Û MEDYAYA BIÇÛK

Weke rêxistin em dikarin di maneyekê de xwe bişans bihesibînin. Cara yekemîn malbata Ercan Mêrdînî bi zarokên xwe neşandina dibistanê, û Mamoste Medya jî bi heman awayî nîşan dane ku, Kurt dikarin bi çalekiyeke bêîtîatiyê ya wiha perwerdeya dewletê ji binî de red bikin û ji ber ku xwestekên wan ên bi zimanê zikmakî perwerde jiyanî nebûye her kes dikare malên xwe bizivrîne dibistanekê. Dîsa Mamoste Medya di vê çarçoveyê de tevî temena xwe ya biçûk ev erka dîrokî girtiye ser milê xwe û mala xwe kiriye dibistaneke Kurdewarî. Weke tevger şense me ev noxte ye: Rêbertiya me bi taybet di van salên dawî de li ser perwerdeya bi zikmakî pir sekiniye, lê belê yekem car bersiva vê ji aliyê Mamoste Medya û ferdên malbata Ercan ve hatiye dayin. Wan nîşanî dost û dijmin dane ku, pêwîstiya Kurdan bi dewletê ku Kurdan û çanda Kurdan qetl dike û bi dibistanên dewletê ku her yek jê biryargaheke asîmîlasyonê ye nîne. Mala her Kurdê welatparêz dibistaneke. Her kesê ku herfekê dizane jî mamosteyek e. Ya rast Malbata Ercan û Mamoste Medaya ne tenê perspektîfa pratîkî ya têkoşîna perwerdeya bi zimanê zikmakî dayine, di heman demê de mînaka pratîkî ya avakirina xweseriya demokratîk a derveyê dewletê jî dane.

Li ser vî esasî em hevî dikin ku, her malbata welatparêz a Kurd, her ferdê Kurd pêwîstiyên têkoşîna perwerdeya bi zimanê zikmakî, ku Rêberê me û rêxistina me vê weke gaveke azadbûna neteweyî dihesibîne, wê bi çalekvaniya malbata Ercan û Mamoste Medyayê di jiyanê de pratîze bike.