KJA'yê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir

KJA'yê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û banga xwedîderketina li çand û ziman li her kesî kir.

KJA'yê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û banga xwedîderketina li çand û ziman li her kesî kir.

Kongreya Jinên Azad (KJA) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyekî nivîskî weşand. KJA'yê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku şoreşa civaka xwezayî, di warê çand, ziman û civakîbûnê de li derdora jinê afiriye û diyar kir, di şoreşa çand û civakîbûnê de çawa ku jin bûye pêşeng, di pêşketina zimên de jî xwedî roleke sereke ye. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku civak di xwezaya xwe de pir çandî û zimanî ye û ev tişt hat gotin: "Di dîroka şaristaniyê de ziman li ser pêşketina çand û têkîliyê civakî ve bi pêş de çûye. Bi derketina kapîtalîzma modernîteyê û derketina netewe dewletiyê re pişavtina çand û ziman bi xwe re gelek çand û ziman tine kiriye. Ziman, yek ji taybetiyên bingehîn e ku civakekê dike civak û hebûna wê diparêze. Weke amûrê mejiyê kolektîf, nermahiya xwezaya civakî pir bi lez pêş ve dibe."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di qirkirina çand û ziman de netewe-dewlet rola pişavtine ya herî mezin lîstiye û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em dikarin bêjin ku pişavtina herî mezin a plankirî di sedsala 20'an de pêk hatiye. Di pergala netewe-dewletbûnê de herî zêde gelê kurd rastî qirkirina çand, ziman û fizîkî hatiye." 

BANGA XWEDÎDERKETINA LI ÇAND Û ZIMAN

KJA'yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser perwerdeya zimanê dayikê û hat hatragihandin, perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê herî girîng û bingehîn e. 

Di daxuyaniyê de hate zanîn ku ziman sedema hebûna mirov e û daxuyanî bi van gotina bi dawî bû: 

"Xwedîderketina li ziman û çanda xwe, xwedîderketin û pêşxistina wan pêwîstiya mirovbûnê ye. Yê ku li çand û zimanê xwe xwedî dernekeve li ti tiştekî xwedî dernakeve. Yên ku li wan xwedî dernekevin, li mirovahiyê jî xwedî dernakevin. Kesê ku zimanê xwe nizanibe û bi pêşve nexe wê nîvco bimîne. Nikare bi t, kesê/î re pêwendiyeke rast û dirûst deyne û bi pêşve bixe. Rola sereke ya pergala heyî ya netewe-dewletê tinekirina çand û ziman e. Ev pergal li hember pirzimanî, pirçandî û pirneteweyiyê ye. Em jî weke gelê kurd li hember pişavtin, tinekirin û qirkirinan bi pergala neteweya demokratîk pir zimanî, pir çandî û pir neteweyiyê esas digrin. Li ser vê esasê; sîstema neteweya demokratîk wê di sedsala 21'an de xwe birêxistin bike, bi pergal bike û civaka exlaqî, polîtîk birêxistin bike. Rûreşiya cîhanê û netewe-dewletên li ser Kurdistanê metîngerî pêk anîne û hê jî zarokên kurd nikarin bi zimanê xwe perwerde bibînin. Em wekî gelê kurd li hember vê pişavtinê têkoşîna xwe ya çand û zimanî bilind bikin û alternatîfa jiyana komunal-azad ava bikin. 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Pîroz be."