Ji helbestvan Arjen Arî Gorî û Bindestî

Ji helbestvan Arjen Arî Gorî û Bindestî

Helbestvanê navdar Arjen Arî bi pirtûka xwe ya bi navê Gorî û Bindestî derket pêşberî helbesthezên kurd.

Pirtûka Helbestwanê kurd ê navdar Arjen Arî a bi navê Gorî û Bindest ji Weşanxaneya Ronahî derket.

Di vê pirtûka xwe de Arî şêwaza vegotinê bikaraniye û wekî bi xwendevanên xwe re guftogoyê dike rêyên hestên cuda li ber xwendevanan vedike. Helbestvan di vê pirtûkê de hin aliyên xwe yên veşarî jî radixe pêş çavê xwendevanan û gelek caran jî wekî kurdekî ji rêzê êşa bindestiyê dijî.

Ji berhema ku edîtoriya wê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hatiye kirin beşek:

Dibêjim…

Dibêjim, “ez helbesta xwe, ew fermanan dinûsin.”

Dibêjim, “ew teyren goştxwir in li ser hêlîna heyînê dilûsin”

Dibêjim, “çaven van ji reşahiya bindestiyê diçurisin. “

Dibêjim, “tu na carekê, sê carî bindest î, bira:

Carekê bindestê serdestên xwe.

Carekê bindestê bindestên xwe

Carekê jî…bindestê serbindestên xwe. . “

Ez jî dipêm pê re. Û ew bêdeng dimîne.

Tê derdixim ku “çemek rûye beqê şil nake”

Ji nişka ve dibêjim, “weyyyyy tifuuuu li çîroka bindestiya te be”