Ji bo mûzîka kurdî eleqeyeke mezin

Ji bo mûzîka kurdî eleqeyeke mezin

Mîhrîcana Çand û Muzîkê ya Rojhilat ku ev 8 sal e li bajarê Osnabruck a Almanyayê pêk tê îsal ji hunermendê kurd re hatiye veqetandin. Mîhrîcana ku dê hefteyekê bidome ji çar parçeyên Kurdistanê dê hunermend tevli bibin. Organîzatorê mîhrîcanê diyar kir ku di salên pêş de jî dixwazin muzîka kurdî di mîhrîcanê de bibînin.

Mîhrîcana ku Mîhael Dreye organîze dike û Şaredarê Osnabruck Lord Borîs Pîstorîus piştgiriyê didê di 24’ê tebaxê dest pê kir. mîhracan ku hefteyekê berdewam kir destpêkê Kayhan Kalhor derket ser dikê û Aynur Dogan jî ligel 20 kesên estromanê lê dide bi Îbrahîm Keîvo duet kir. Stranên Aynur Dogan eleqeyek mezin dît. Hinek kesan rondikên çavan barand.

Aynur Dogan diyar kir ku nasandina muzîka kurdî ya li Ewropayê projeyeke gelek xweş e û spasiyên xwe pêşkêşî şaredariyê kir. Aynur sê rojan derket ser dikê û ligel strana “Keça Kurdan” gel govend gerand.

Ozlem Bulutu jî ku derket ser dikê diyar kir ku ew Dêrsîmi ye, Zazaye û Kurde. Bulut wiha got: “Ev mîhrîcaneke pir xweş e. Eleqeyek mezin hebû. Em pir kêfxweş bûn.”

Îbrahîm Keîvo jî bi stranên xwe gel coşand û eleqeyeke mezin dît. Keîvo wiha got: “ Hatina cem hev a hunermendê kurd gelek xweş e. Divê ev wisa bidome. Divê cîhan muzîkên kurdî jî guhdarî bike. “

Ganî Mîrzo jî wiha got: “Divê kurd jî îmzeyê bavêjin xebatên wisa girîng. Ev pêngaveke girînge. Muzîka kurdî dewlemendiyeke.

Hunermend Hakan Vreskale jî bi strana xwe ya ‘Paşayê min tu pir bijî’ eleqeyek mezin dît.

Her wiha îsal di mîhrîcanê de fîlmê derhêner Bahman Ghobadî ‘Hêva nîvçe’ hate nîşandan.