Hevberdevkên HDK'ê: Em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin

Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kirin.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu, 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.

Daxuyaniya Hevberdevkan bi vî rengî ye:

"Di 15 Gulana sala 1932'an Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî Kovara Kurdî ya bi navê 'Hawar' çap kirin. Li ser vê bûyera dîrokî her sal Cejna Zimanê Kurdî di vê demê de tê pîrozkirin.

Kesayetiya mirov ji zimanê mirov tê. Ziman raman e, raman jî ziman dewlemend dike. Li vê sedsala em tê de perwerdeya bi zimanê dayikê ne wek barek wek mafek xwezayî tê pejirandin. Ziman ji bo gelan pergala domandin û jiyandina çand û nasnameyê ye.

Civak, heya ku zimanê xwe di nava hemû qadên jiyana rojane de nede jiyîn nikare hebûna xwe bidomîne. Li gorî vê rastiyê asîmîlasyon, qedexekirin û astengkirina zimanê dayikê înkarkirina civakê bi xwe ye.

Ew kesên dibêjin 'zimanê me rûmeta mey e' û ji ber vê yekê ji dibistanan tên avêtin, dikevin zindanan, xwe dikin cangoriyên vê tekoşînê, ew kesên bi salan ji bo ziman û çanda xwe li ber xwe didin em wan bi dil û can silav dikin û cejna gelê Kurd a 15 Gulanê pîroz dikin."