Filmê 'Meș' li bajarê Marburgê hate nîşandan

Filmê 'Meș' li bajarê Marburgê hate nîşandan

Koma Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) a bajarê Marburg ya Almanyayê di 16 îlonê de roja yekşemê bi boneya 32’emîn salvegera derbeya cûntaya fașîst a 12’ê îlonê fîlmê ‘Meș’ di sînemaya bajêr de pêșkêș kir.

Filîm rastî eleqeyeka mezin a Kurdistaniyên li der dora bajarên Marburgû Giebenê dijîn hat. Tișta herî balkêș tevlîbûna Kurdistaniyan a bi tevahiya malbatê bû. Nêzîkî 100 kes tevlî êvara sînemayê a YXK’ê ya Marbûrgê bûn.

Filîm di dema derbeya leşkerî ya 12’ê îlonê de li bajarê Nisêbînê dilîze. Zarokên bajêr di rojên derbeyê de li dora dînê bi navê Xelîlokom dibin. Cîhana Xelîlo bi nasîna zarokekî bi navê Cengo tê keşfkirin û bûyer di vê çerçoveyê de berdewam dikin. Xelîlo nasnameya ku civakê spartiyê qebul nake û vê tekoşîna nasnameyê bi protestoyeke bêdeng dike.

YXK’ya Marburgê koma xwe di cotmeha 2008’an de ji nûve ava kir û ji bo nasandina pêșveçûnên li Kurdistanê bi raya giștî ya Alman gelek çalakiyên cuda li dar xistine.