Eşîreta Xalid Beg Xelîkan li Aydinê ye

Eşîreta Xalid Beg Xelîkan li Aydinê ye

Eşîreta Xelîkan yek ji eşîretên Kurd e û bi zaravayê Kurmanciya Bakûr diaxivin. Li gorî diyalektîtkên deng, qûmaşê kincên jinan û hin dayikan (li gorî agahiyên şêniyên herêmê bi devkî dane) û li gorî hin fermanên Osmaniyan, endamên Kurdên Xoresanê ne. Îro jî herî zêde li Xoresan, Semsûr, Konyayê û hinek ji wan ên bi devoka Kurmanciya Serhedê diaxivin, li Patnos, Erdîş, Agirî û Bazîdê dijîn. Eşîreta Xelîkan zêdetir bi taybetmendiya xwe ya Kurdewariya Rojava tê nasîn, navê eşîretê wiha ye: Xelîkan, Xelkî û Xeloyî ne. Her wiha di navbera Enqere û Konyayê de du bajarokên bi navê “Xelîkan” hene. Lê li gorî navên fermî yên dewletê navê van gundan “Gulyazi” û yê din jî “karacadag” e. Xelîkaniyên ku li vir bi cih bûne, di warê axaftin û devokê de dişibin Xelîkaniyên li Semzûr û Xoresanê. Ev Xelîkaniyên girêdayî Xalid Beg ku em di vê nivîsê de behsa wan dikin, li gorî texmînan di dawiya salên 1800ê de ji ber zextên xanên Kaçar dest ji warê xwe Xoresanê berdane û li herêmên Serhedê yên ku Celalî lê dijîn bi cih bûne.

Di rojên ku pevçûnên herî dijwar ên Serhildana Agiriyê, rojnameyên Tirkan manşet diavêjin: “Xalidê Xelîkanî û ewaneya wî yên li ser sînorê Îranê ketine axa me û hewl serhildanê dane.”

Rojên piştî wê hin nûçeyên nû yên hander derdikevin wek mînak; rojnameya Cumhuriyetê di hejmara xwe ya 4 Tîrmeh 1930 de nûçeyek bi sernûçeya "Têkiliya me ya bi Îranê re aloz e " diweşîne û dibêje “Îran bi aşkereyî alîkariya çek û erzaqê dide eşqiyayan...”

"Wan 2 (A. A)-(Ji nûçegihana/ê Taybet a/ê Ajansa Anadoluyê)

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku ji eşîreta Xelîkan a a li Îranê hate çekdarkirin Xalid Axa û 100 endamên wê ve ketin axa Tirkiyeyê. Her wiha wiha tê diyar kir ku “Eşqiya dixwazin tevlî gundên xwe bikin... li qereqolên me bi cih bûne...

Heman rojname di jimara xwe ya 13yê tîrmeha 1930, dinivîse ku ji eşîreta Xelîkan 20 kes dîl hatine girtin.(...)

Piştî mehekê nûçeyeke balkêş dikeve ser manşetê; Dîrok 18 Tebax 1930

“Xalid Begê Xelîkanî û eşîreta wî li Tirkiyeyê bi cih bûn. Eşîretê li ser Erziromê re birin Trabzonê û ji wir jî li keştiyan siwar kirin û şandin Stenbolê.”

Piştî nûçeyên hander ên derbarê eşîreta Xelîkan de di rojnameyên Tirk de derketin, lê heta niha tê veşartin ka çi di navbera Xalid Beg û dewletê de çi çêbûye. Tenê belgeyek a vê bêdengiya ku lêkolîneran qet bi ser de neçûne heye; ew jî wêneyên pîlotê Teyareyan Naîm Bukrut tê gotin ku “li ber konên eşîreta Xelîkan kişandiye “û ev wêne jî li Almanayê aşkere bû.

PIRANIYA EŞÎRETÊ JI LERZETAYÊ MIRIN

Li gorî Kurdên sala piştî wê berê wan ketiye Trakyayê, Xelîkanî li Trakyayê li bi awayeke belave bi cih bûne. Xelîkan yek ji komên destpêkê yên Kurdan ku salên 1933-34 berê wan dan Trakayayê bûn. Piraniya wan ji ber ku li gundên li ber çiravan hatin bicihkirin, jiyana xwe ji dest dan. Li ser daxwaza piraniya kesên rizgar bûn, eşîretê şandin navçeya Soke ya Aydinê (bajarek li rojavayê Tirkiyeyê, li herêma Egeyê ye).

Îro jî li bajaroka Sazli ya navçeya Soke ya Aydinê dijîn. Havîna 2012 ez çûm bajaroka Sazliyê û bi endamê eşîreta Xelîkan re axivîm. Yek ji pîr û kalên ku hatina wan a vê bajarokê û êşrên kişandine ji bîr nekiriye, dibêje:

“Berê li rojhilatê (Kurdistan) serhildan çêbû. Me bi keştiyê anîn Stenbolê. Li wir jî li Trakyayê belav kirin. Em tî diman. Piştre di nava me de nexweşiya lerzetayê dest pê kir. Di serî de gelek jin û zarok mirin. Em li 12 gundan hatibûn bicihkirin. Piştre dewletê em şandin Egeyê. (...) Li Sarikoyê koçber hebûn. Yek bi yek cihên xwe firotin. Hemû Xelîkaniyan kirî. Me bi vî awayî vir ji xwe re kir war.”

MEZINÊN WAN ZIMANÊ XWE DIPARÊZIN LÊ...

Berovajiyê zarokên li kolanan dileyizin, mezinên wan jî di nava xwe de bi devoka Konyayê ya Kurmancî diaxivin. Ev yek jî nîşan dide ku komika ji Xoresanê koçberê Serhedê bûye, bi devoka Kurmanciya Serhedê naaxivin. Ev baskê eşîreta Xelîkan a ku li Kurdbûna xwe xwedî derdikevin, li gundê Sazlikoyê bi çandiniyê re xerîk dibin. Ji ber Kurdên di van demên dawiyê ji Kurdistanê koçber bûn, şêniya bajarok her ku diçe zêdetir dibe. Li bajarok têkiliyên malbatan pir xurt ûn piraniya zewacan jî di nava bajarok de pêk tên. Xelîkanên li vir di warê têkiliyên civakî de girtî ne.

Alî Riza Karademîr ev mijar wiha şîrove dike: “Gava em destpêk hatin, Kurdên Akbuk hebûn. Piştî me hay ji hev du çêbû, me her tim çûn serdana hev. Zewac çêbûn. Di van demên dawiyê de ciwan li derve dizewicin. Yên ku tînin jî urf û edetên me nizanin.”

Eîşreta Xalidê Xelîkanî dibêjin “Li rojhilat serhildan çêbûye, em hatine” ji wê zêdetir tiştek din nabêjin. Lê haya nifşê nû ji tu tiştekê tune ye. Careke din mirov encama asîmlasyona 82 salan a herî dijwar ku qirkirina çandê ye dibîne.