Du şanogerên di greva birçîbûnê de

Du şanogerên di greva birçîbûnê de

Di şanogerên girtî yên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de Zekeriya Zubeyde û Nebil el Rayî, bi armanca protestokirina pêkanînên Îsraîlê yên li hemberî girtiyan, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Şanogerê derhêherê Şanoya Azadiyê ya li Şerîaya Rojava, El Rayî nêzî mehekê ye bê hincet û delîl di girtîgehên Îsraîlê de ye û dest bi greva birçîbûnê kir.

El Rayi di 6’ê hezîranê de di encama serdegirtina malê de hat girtin û greva wî ya birçîbûnê ket roja heştemîn. Heta niha rayedarên Îsraîlê tu tawanbarkirinek li hemberî El Rayi nîşan nedane û ji bo girtina wî jî tu sedemek nehatiye nîşandan.

Tevî El Rayî, Zekeriya Zübeidye jî di greva birçîbûnê de y. Zubeyde jî di 13’ê gulanê de hatiye girtin û ji 2’ê tîrmehê ve di greva birçîbûnê de ye. Xizmên Zubeyde ji rewşa wî bi fikar in.

Beriya Zubeyde û El Rayî, çar endamên Şanoya Azadiyê di salekê de hatin girtin.

Li aliyeke din, lîstokvanê “Çeka Dojehê” Danny Glover, dîrokzan Noam Chomsky û fîlozof Judith Butler da ji bo serbestberdana şanoger Al Raee û Zubeidi bang li hikûmeta Îsraîlê kirin.