Di Mihrîcana Graffiti de nîqaşa azadiya ramanê

Di Mihrîcana Graffiti de nîqaşa azadiya ramanê

Mihrîcana Graffiti ya ku beşdariya kesên ji 5 salî heta 80 salî, dest pê kir. Beşdaran li hemberî tirsa krîmînalîzekirinê xwe îfade kirin. Afîşa Şanoya Dewletê ya Swêdê bi panoyên mihrîcanê ve nehat kirin û vê yekê jî rê li ber gotûbêjên azadiya ramanê vekir.

Di mihrîcana li Şanoya Başûr a li paytexta Swêd Stochkomê hat lidarxistin û du rojan berdewam kir, bi dehan panel, semîner û konferans pêk hatin. Di panelên nunerên partiyên siyasî beşdar bûn de têkiliya di navbera Grafftî û azadiya ramankê de hate gotûbêjkirin. Di nava beşdaran de tevî hunermendên Îskandinavyayê, hunermendên ji DYA, Badest, Pose, MSCR jî hebûn.

Mihrîcana Graffitî rê li ber sanzura azadiya ramanê û hizirînê vekir. Sedema vê yekê jî ew bû ku di şahiyên ji aliyê Şanoya Dewletê ya Swêdê ve hate organîzekirin de cih nedan afîş bi panoyên reklaman ên şarederaiyan ve bên kirin.

GRAFTITÎ HUNERA KOLANAN E

Me der barê mijarê de serî li berpirsên mihrîcanê û endama Şanoya Dewletê ya Swêdê Ceylan Holago da. Holago nerazîbûn nîşanî hewldan berevajîkirina rastîyan a polîs û şaredariyê da. Holago da zanîn ku ew dixwazin bi vê yekê rê afirêneriya ciwanan pêş bixin û hewldanên ji bo astengkirina vê yekê weke binpêkirina azadiya ramanê bi nav kir. Li gorî venêrînên raya giştî, ji sedî 61’ê gelê Swêdê dibêje Graffîtî hunera kolan e.