'Dersa vebijêrkî asîmlasyona li ser Kurdî ji holê ranake'

'Dersa vebijêrkî asîmlasyona li ser Kurdî ji holê ranake'

Endamê Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê Ronî Çavreş gotûbêjên der barê dersa vebijêrkî de nirxwand û bal kişand ser mafê wekheviyê û wiha got: “ Neteweya Kurd daxwaza wekheviyê dike û ev daxwaza herî mirovane û xwezayî ye. Di mijara ziman de tirkek xwediyê kîjan mafî ye, kurdek jî xwediyê heman mafî ye. Kurd jî weke netewe daxwaza mafê wekheviyê dikin.”

Li aliyekê girtin, binçavkirin, zext û êrîşên li hemberî siyaseta Kurdan dike, li aliyeke din rejîma AKP’ê “dersa vebijêrkî” anî rojevê. Endamê Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê Ronî Çavreş der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û diyar kirk u ew vê meseleyê ji nêzîk de dişopînin.

BIŞAFTIN Û XWEBIŞAFTINÊ JI HOLÊ RANAKE

Çavreş got ku ew weke saziya Ziman û Perwerdê ya KCK’ê nîqaşên der barê zimane kurdî û dersa vebijêrkî de tên kirin ji nêz de dişopînin û wiha axivî: “Nîqaş dersa vebijêrkî, bi pergala perwerdeyê ya 4+4+4 dest pê kir. Tişta ku derdikeve holê, hikûmeta AKP’ê bi pergala perwerdeyê ya 4 +4+4 dixwaze li gor xwe pergala perwerdeyê ji nû de sererast bike. Bi vê pergalê dixwaze zimanên din, marjînal bike, ber bi tunebûnê ve bibe. Ev pergal bişaftin û xwebişaftina ku ji avakirina komarê û vir ve li ser zimanê kurdî û zimanên din heyî, ji holê ranake, berevajî, ev jî berhemê heman hişmendiyê ye û temam dike. Bi dersa vebijêrkî dixwazin nîşan bidin ku, ew gavan diavêjin, lê di eslê xwe de dersa vebijêrkî bişaftina heyî li ser zimanê kurdî ji holê ranake.”

Çavreş sedemê tevgera Kurdan a li hember dersa vebijêrkî jî wiha rave kir: “Berteka tevgera me ya li hemberî dersa vebijêrkî wisan nîşan didin ku her weku em li dijî dayîna mafê xwe derdikevin. Jixwe kes jî bi xêra xwe tu tiştî nade Kurdan. Perwerdeya ziman mafê kurdan yê herî xwezayî û mirovanî ye. Kes nikare kurdan bi çend saet fêrbûna Kurdî bixapîne. Bila herkes jî bizane ku Kurd ne Kurdên berê ne. Kes ji nikare bi mafên takekesî Kurdan bixapîne. Kurd netewek in û daxwaza mafên kolektîf, daxwaza statoyê dikin.”

KURD LI KURDISTANÊ DAXWAZA PERWERDEHIYÊ DIKIN, NE LI WELATEK BIYANÎ

Çavreş got; “Kurd, li welatek biyanî, penaber najîn ku mîna Îngilizî, Rûsî yan jî zimanê din ê bi dersek vebijêrkî Kudî fêr bibin. Kurd li welateke biyanî, daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî nakin, Kurd li Kurdistanê dijîn û li ser axa bab û kalên xwe dijîn û daxwaza zimanê xwe dikin. Ev hezaran salane Kurd li ser axa Kurdistanê dijîn û ji Tirkan resentir in li ser vê axê û xwediyê vî welatî ne, lewma daxwaza perwerdehiya ziman kû daxwazek herî xwezayî û mirovane ye.”

TIRK XWEDÎ ÇI MAFÎ BIN, KURD JÎ XWEDÎ WÎ MAFÎ NE

Ronî Çavreş bal kişand ser daxwaza Kurdan ya perwerdehiya zimanê kurdî û wiha pê de çû: “Bi milyonan kurd daxwaza perwerdehiya zimanê Kurdî dikin. Di sedsala 21’an de li pêşiya daxwaza milyonan mirovan tu hêz nikare bibe asteng. Ma çi yê kurdekî, ji yê tirkekî kêm e? Kurd daxwaza wekheviyê dikin, yanî tirkek xwediyê çi mafî ye kurdek jî xwediyê haman mafî ye û daxwaza vê dike”

Çarveş diyar kir ku tevgara azadiya kurd li hember newekheviya heyî serî hildaye û ev tespît kirin: “Ji ber tirkek xwediyê her mafî ye, kurdek jî ne xwediyê tu mafî ye, Kurdan her tim serî hil daye. Ji xwe PKK’ê û têkoşîna Kurdan li hember newekhevî û bêqanoniya heyî derketiye û heta niha jî ji bo vê têdikoşe. Weke neteweyek daxwaziya mafê perwerdeyê kirin, daxwaziyek xwezayî ye. Kurd ev 30 sal e têkoşîn vê dimeşînin û dixwazin ji seretayî hata zanîngehan perwerde bibînin.”

Çavreş, li seranserê Iraqê pejirandina zimanê weke duyem yê fermî weke mînak nîşan da û wiha got: “Herî dawî li Iraqê hat pejirand ku li saransê Iraqê Kurdî weke zimanê duyem yê fermî perwerde bê dîtin. Jixwe li Başûrê Kurdistanê pergala perwerdehiyê hemû bi Kurdî ye, ev ji bo bajarên din yên Iraqê hat pejirandin. Kurd di Tirkiyê de jî, haman tiştî dixwazin. Li Kurdistanê di çarçorveya xweseriya demokratîk de perwerdehiya bi kurdî dixwazin. Dîsa li bajar, navçe û gundên Tirkiyeyê ku Kurd lê hene dixwazin ku, perwerdehiya zimanê Kurdî bi fermî bê dayîn. Bi kinahî Kurd dixwazin li her cihê ku Kurd lê hene, perwerdehiya Kurdî bi rengek fermî bê dayîn. Jixwe encex ev pergal dikare ji daxwaza kurdan re bibe bersiv.”

Çavreş, nîqaşên derbarê dersa vebijêrkî de weke heqareta ji daxwazên kurdan re bi nav kir û wiha axiv: “Weke Hukûmeta AKP’ê dibêje, di çarçoveya dersa vebijêrkî ya bi çend saetan ve sînordar kirî, nikare ji ji pêdiviyên kurdan re bibe bersiv. Ev hişmendî jî, kurdan li ser axa wan dike penaber û biyanî. Ma Kurdek li Kurdistanê wê çawan zamanê dayîka xwe, mîna zimanê biyanî, yanî mîna ingilizû, Rusî, Almanî fêr bibe? Ma kîjan netewe li ser axa xwe zimanê dayika xwe, mîna zimanê biyanî fêr dibe ku kurd fêr bibin? Ma neteweyek dikare vê bipejirîne, ku kurd bi pejirînin?”

Çavreş wiha dawî li axafitina xwe anî: “Divê Kurd li mal, kolan, sukan de bi Kurdî baxivin. Ji bo perwerdehiyê sazî û dezgehên xwe damezirînin. Divê ku her malekê bikin dibistanek. Her bab û dayikek jî bibin mamosteyek. Divê hizirandin, xwedin û nivîsandin bi Kurdî be. Bi kinahî divê her awayî jiyan bi Kurdî û kurdewarî be û behna kurdayetî ji Kurdistanê bê. Divê ne kurdek li ser axa Kurdistanê, xwe penaber û biyanî hîs bike, divê em Kurdistanê bînin wê astê ku hêzên dagirker xwe biyanî hîs bikin. Baweriya me ewe ku gelê me wê têkoşîna xwe ya ziman, têkoşîna xwe ya Xweseriya Demokratîk hê zêdetir bike û heta bidesxistina mafên kolektif, wê bi çalatkiyên radîkal daxwaziyên xwe bînin ziman.”