1'emîn Rojên Sînemayê yên Heskîfê sibe destpê dike

1'emîn Rojên Sînemayê yên Heskîfê sibe destpê dike

1'emîn Rojên Sînemayê yên Heskîfê ku dê li peravên Çemê Dîcleyê bê lidarxistin sibê dest pê dike.

1'emîn Rojên Sînemayê yên Heskîfê ku ji hêla Komeleya Danasîn û Tûrîzmê ya Êlihê (Bat-Der) û Şaredariya Êlihê ve tê organîzekirin, sibê destpê dike. Di çerçoveya bernameyê de cara yekemîne li bajarê kevnar sînema dê bê lidarxistin.

Rojên kurtefilmên ku naveroka wan dê xweza û dîrok bin, dê gelek kurtefilm yên ji welat û derveyê welat bên pêşandan. Serokê Bat-Der'ê M. Emîn Bulut diyar kir ku, dê ew cara yekemîn li Heskîfê bernameyek wiha girîng li dar dixin û wiha got: "Dê di 6 û 9'ê cotmehê de di demjimêr 20.00'an de li ber holikên avê film bên pêşandan.

Di 7 û 8'ê cotmehê de li Kûçeya Salona Sînemaya Yilmaz Guney film bên pêşandan. Mehmet Korkmaz ku di Altin Portakal de xelat wergirt û Derhenerê belgefilma Meşa Anatoliya Mezin Hakan Tosun, dîsa Abdullah Ozturk û Seyda Goyan ku îmze avêtine bin xebatên çêkirina filmên girîng jî li Heskîf û Êlihê hevpeyvîn bê kirin.

Di 9'ê cotmehê de roja Sêşemê li perava Dîcleyê li ser belge filma 'Qêrîna bêdeng' (Sessîz Çıðlık) ya Coşkun Aral hevpeyvîn bê kirin. Armanca me ewe ku Heskîfa ku di salên 1960 û 70'î de bi dehan film hatine çêkirin, careke din wergerînin platoya sînemayê."