Qedexekirina konsera NÇM’ê hate protestokirin

Hunermendan li Amedê qedexekirina konseya Navenda Çanda Mezopotamyayê protesto kirin.

Hunermendên li Amedê yên di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dixebitin, li dijî qedexekirina konsera salvegera 30’yemîn a NÇM’ê ku dê li Stenbolê bihata lidarxistin, daxuyanî dan û qedexekirin şermezar kirin. Daxuyanî li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya li Sûra Amedê pêk hat û gelek hunermend beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: 

“Ev 30 sal in em Navendên Çandê yên Mezopotamyayê, ji bo çand û hunereke azad û bi zimanê Kurdî, li ber xwe didin.

Ji destpêka salên 90’î û vir ve gelek caran saziyên me hatin girtin, hevrê û hevalên me hatin destgîrkirin, girtin û cezakirin. Berdêlên mezin hem ji hêla xebatkarên NÇM’yan ve û hem jî ji hêla gelê me yê berxwedêr ve hatin dayîn û hîn jî tê dayîn. 

Çewisandin, gefxwarin, qedexekirin, pişaftin û pê re jî qirkirina çandî kêlîyekê  jî nesekinî. Hişmendiya ku Kurdan înkar dike, çand û hunera Kurdî ya azad tune dihesibîne îro jî li ser kar e. 

Hîn çend roj berê cil û bergên me yên neteweyî hatin qedexekirin. Dîsa çend roj berê straneke me hat qedexekirin û doh jî konser û bernameya çand û hunera kurdî ya NÇM'ê ji hêla hişmendiya qirker vê hate qedexekirin.

Bi hincetên sosret yên wekî ev konser û bername  “Dê ewlehiya civakê bixe xeterîyê û îhtîmala ku dê li wê derê sûc bê kirin û hwd” bernameya pîrozbahiyê ya 30’emîn damezrandina NÇM’ê ya ku dê li Stenbolê bihata lidarxistin, hat qedexekirin. Hişmendiya qirker qey nizane ku, çand, huner û zimanê gelekî bi qedexekirinê nayê rawestandin. 

Ji bo ku hûn dibêjin Neteweyek tune ye û hebûna wî înkar  dikin ew netewe ji holê ranabe. Gelê Kurd di her şert û mercî de xwedî li çand û hunera xwe derketiye. Heger hûn vê rastiyê nizanin herin rûpelên dîroka berxwedana gelê Kurd vekin. Yên ku dibêjin pirsgirêka Kurd tune ye û me ev pirsgirêk çareser kiriye, îro jî li rûreşî û derewên xwe diqelibin. Ew careke din li hemberî dîrokê tewanbar û sûcdar in. 

Em jî ji her demê zêdetir, xweşiktir, bi serbilindî û bi rihekî berxwedêr li hemberî polîtîkayên pişaftinê û qedexeyan li ber xwe didin. 

Em xwedî wê soz û biryarê ne ku em gelê xwe bê ziman, bê çand û bê hunera Kurdî nahêlin. Em wekî xebatkar, hunermend û dildarên çand û hunera gelê xwe vê biryara sosret bi tundî şermezar dikin û ji bo me her der û her qad cihê çand û hunera Kurdî ye. Rêwîtîya çand û hunera azad ya Kurdî nayê rawestandin.”