BI DÎMEN

Pirtûka “Zîndana Akrê” çap bû

Pirtûka bi navê “Zîndana Akrê” hat çapkirin. Ev pirtûk ji hêla Zana Mehabad ve hatiye nivîsîn û ji hêla Rêbiwar Hemewendî ve ji Tirkî bo Kurdî hatiye wergerandin.

Zana Mehabad yek ji dîlgirtiyên PKK’yî ye ku di zîndana Akrê de maye. Zana Mehabad di vê pirtûkê de behsa serpêhatiya xwe ya li zîndana Akrê dike. Hemû bûyerên nav vê pirtûkê rast in, pirtûk behsa bûyerên li zîndana Akrê û jiyana zîndaniyên li zîndana Akrê dike.

Pirtûk behsa serpêhatiya wan gerîlayan dike ku di sala 1997’an de PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk ew dîl girtibûn.

Mirov bi rêya vê pirtûkê siyaseta PDK’ê zêdetir fam dike ku çawa siyaseta dewleta Tirk a dagirker didomîne.

Pirtûka Zîndana Akrê niha li hemû pirtûkfiroşên Silêmaniyê peyda dibe.