Pêşangeha RJAK'ê bi nîşandana wêneyên têkildarî Komkujiya Helepceyê bi dawî bû

Pêşangeha “Jin mexdûrên şer ên yekem in” ku ji hêla RJAK’ê ve hatibû lidarxistin, piştî sê rojan bi dawî bû.

PÊŞANGEHA RJAK'Ê BI DAWÎ BÛ

Li Kerkûkê ji ber 36’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşmeya “Jin mexdûrên şer ên yekem in” pêşangehke wêneyan lidar xist. Wêneyên ku di pêşangehê de hatibûn pêşandan, ew wêne bûn ku komkujiyên li ser gelê Kurd nîşan didin.

Pêşangeh bi pêşengiya RJAK’ê û bi hevkariya hunermend Mehdî Şefîq hat lidarxistin. Mehdî Şefîq xwedî 150 hezar wêneyî ye û di pêşangehê de 120 wêne hatin pêşandan ku wêneyên Helebceyê û Reva Mezin bûn.

Pêşangehê sê rojan berdewam kir. Di nav van sê rojan de gelek rewşenbîr, çalakvan, hunermend û hemwelatiyan serdana pêşangehê kirin. Rojane bi sedan kesî serdana pêşangehê kir û bala çapemeniyê gelek kişand.

Hêjayî gotinê ye ku Reva Mezin (bi soranî Korew) ji wê koça bi komî re tê gotin ku gelê Başûrê Kurdistanê piştî raperîna sala 1991’ê ber bi sînorên bakur û rojhilatê Kurdistanê kiriye.