Li eyaleteke din a DYA zewaca hevzayendan hat erêkirin

Li eyaleteke din a DYA zewaca hevzayendan hat erêkirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) polîtîkayên ji bo astengkiina zewaca hevzayendan, yek bi yek li astengiya dadgeriyê dialiqin. Li dû eyaleta Kansasê, li eyaleta Karolîna ya Başûr jî, qedexeya li ser zewaca hevzayendan hat betalkirin.

Di doza li Dadgeha Bilind a Amerîka, ku navgîna herî bilind a temyîzê ya li welêt e, duh daxwaza li ser betalkirina biryara li dijî zewaca hevzayendan a rêveberiya eyaleta Karolîna Başûr hat nirxandin. Dadgehê, daxwaza eyaleta Karolîna Başûr red kir û bi vî rengî, biryara zewaca hevzayendan bi dengê 7 dadgerên ji 9 dadgeran, hat erêkirin.

Karolîna Başûr, di nava 50 eyaletên DYA de bû eyaleta 34. a destûra zewaca hevzayendan da. Herî dawî di dozeke bi heman rengî ya li eyaleta Kansasê de, biryara li ser qedexekirina zewaca hevzayendan, hatibû betalkirin.

Di dozeke 6'ê Mijdarê de jî, qedexeyên li ser zewaca hevzayendan ên li eyaletên Michigan, Ohio, Tennesse û Kentucky, ji aliyê Dadgeha Temyîzê ve hatibû erêkirin. Li gel van eyaletan bi giştî li 16 eyaletên Amerîkayê qedexeya zewaca hevzayendan dewam dike. Wê di rojên pêş de li Dadgeha Bilind a Amerîkayê doza der heqê eyaleta Montana de bê dîtin. 

Tê payîn ku dadgeh, mîna Karolîna Başûr biryarek li ser rakirina qedexeya zewaca hevzayendan a li eyaleta Montana, bide.