Tê îdîakirin 'Artêşa Tirk-DAIŞ!' li Kîlîsê pevçûn

Hat diyarkirin ku li herêma sînor a li herêma Ezazê di navbera leşkerên Tirk û çeteyên DIAŞ’ê de şer derket. Hat ragihandin ku efserekî Tirk hatiye kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku  li herêma sînor a li herêma Ezazê di navbera leşkerên Tirk û çeteyên DIAŞ’ê de şer derket. Hat ragihandin ku efserekî Tirk hatiye kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.

Li gor ajansa Nûçeyan ANHA  agahiyên ji çavkaniyên herêmê yên li gundê El-Raî ya Ezazê hatine girtin li ser herêma sînorê di navbera gundê Coban ElBeylî ya ji aliyê Tirkiyeyê û ji aliyê Sûriyeyê jî gundê El-Raî di navbera leşkerên Tirk û çeteyên DIAŞ’ê de şer derket û di encamê de efserekî Tirk hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku destpêkê leşkerên Tirkiyeyê çeteyên li herêma sînor hişyar kirine ku dûrî sînor bikevin, li ser vê yekê di navbera leşkeran û çeteyan de nîqaş derketiye, di encamê de çeteyan gule li leşkeran reşandin û şer derket. Di şer de çekên giran hatin bikaranîn û şer hîn berdewam dike.

Li aliyê din çavkaniyan li herêmê destnîşan kirin ku leşkerên Tirkiyeyê sînor derbas kirine û ketine aliyê Sûriyeyê.

Balkêş e ku di heman dema şer di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Leşkerên Tirk de derket Desteya Wezîran a Tirkiyeyê bi awayekî awerte kom bibûn û mijara avakirina herêmeke tampon li ser sînorê Sûriyeyê nîşan dikirin.