Daraza Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê Kurd

Parêzer Emîr Reyîsiyan ragihand ku daraza Îranê cezayê îdamê daye hunermendê repê Tumac Salihî yê ji Loristanê.

Hat ragihandin ku dewleta Îranê cezayê îdamê daye hunermendê repê Tumac Salihî yê ji Loristanê ku di dema serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibû girtin.

Parêzerê Tumac Salihî, Emîr Rayîsiyan anî ziman ku Dadgeha Esfehan ya Îranê îro piştî nîvro cezayê darvekirinê da Tumac Salihî. Reyîsiyan diyar kir ku îdiayên wekî hinceta cezayê darvekirinê tên nîşandan dûrî rastiyê ne û ew ê îtîraz bikin.