Ji 103 rêxistinên jinan û LGBTÎ deklarasyona 'ji şer re na'

Bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê 103 rêxistinên jinan û LGBTÎ li Taksîm Hîll Otelê hatin cem hev û deklarasyoneke hevpar weşandin. Di deklarasyonê de bêdengkirina çekan û vegera li pêvajoya çareseriyê hat kirin.

Tevî Hewldana Jinan ji bo Aştiyê, Meclîsa Azadiyê ya Jinan, Koma Jinan a ji bo Edalet, Wekhevî û Azadiyê, Komeleya Destekkirina Namzetên Jin, Hewldana Aştiyê ya LGBTÎ û Kaos GL 103 rêxistin, li Taksîm Hîll Otelê, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo dawîanîna li şer deklarasyoneke hevpar weşandin. 

'ÊDÎ BISEKININ!'

Deklerasyona hevpar ji aliyê Berdevka Mor Çati Çîgdem Hacisoftaoglû ve hat xwendin.

Hacisoftaoglû got, "Weke jinên li vî welatî em aştiyê dixwazin" û anî ziman ku wan bi dengê xwe nîşan dane meclîseke, çawa, welatekî çawa dixwazin, lê belê vîna wan tine hatiye hesibandin. Hacisoftaoglû diyar kir ku AKP'ê pêvajoya çareseriyê sekinandine, li zimanê şer vegeriya ye û got, "Yên ku hûn dibêjin wê xwîna wan li erdê nemînin, zarokên me ne. Yên ku hûn dibêjin hûnê karibin feda bikin, zarokên me ne, xizmên me ne. Yên ku hûn wan dikujin, zarokên me ne."

Hacisoftaoglû got, "Em jin ji vir îlan dikin, ku em ê rewşa şer û pevçûnan qebûl nekin" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Em ji hemû aliyên bi çek-bê çek re dibêjin 'êdî bisekinin'. Nîqaşa bi heq-ne heq deynin aliyekî, bes bêjin 'wî destpê kir, vî destpê kir'. Hewl bidin nekujin, hewl bidin bidin jiyîn. Weke jin em ne li aliyê mirinê ne, em li aliyê jiyanê ne. Em dixwazin çek bêdeng bibin û diyalog û muzakere ji nû ve destpê bikin. Bila rêyên çareseriya demokratîk bikevin meriyetê, ku hêviyên me yên ji bo aştiyê bi cih werin. Bila ji bo aştiyê gavên rasteqîn werin avêtin, ku zarokên vî welatî pêşerojekê bibînin.

Em ê bi ti awayî rê nedin şerxwaziyê. Ji holê rakirina cihêkariyê, pêkhatina edaletê û avabûna jiyaneke azad û wekhev ji bo me hemûyan ancax bi rewşeke aştiyane pêkane. Emm watya tinebûnê, tinehesibandinê bi jiyana xwe, bi têkoşîna xwe baş dizanin. Em ê di aştiyê de israr bikin."

Piştî daxuyaniyê, rêxistinên jinan bersiv dan pirsên li ser pêvajoyê. Nûnerên rêxistinên jinan gotin, "Li dijî şer em ê bibin dengê aştiyê."