Elmanê deriyê mala xwe li 24 penaberan vekir 'tecrûbeyên neyînî' parve kir

Dîrk Voltz ê li bajarê Elmanya Berlînê deriyê mala xwe li 24 penaberên ji Iraq, Sûriye û Afganîstanê hatin vekir, tecrûbeyên xwe ku weke 'tecrûbeyên neyînî' bi nav kir, bi rêya medya civakî parve kir.

Voltz ku hevzayendekî Elman e da xuyakirin ku ew 'bi awayekî matmayî' pê hesiya ye li mala wan her tişt li şûna xwe ye û odeya razanê jî di nav de pêwîstî pê nedîtiye ku ti odeyê kilît bike. Voltz got, "Marîo û ez, em hînê dijîn. Dibe ku ji berê bêhtir."

Voltz bi rêya hesabê xwe yê Facebookê ev nivîsand: "Ti Misilmanî nexwest me di xew de bikuje. Ti ji wan, ji ber ku me heman nivîn bi hev re par vekirin, heqaret li me nekirin. Ti ji wan negotin ku şerîat di ser hiqûqa Elman re ye."

Voltz ragihand ku tekane aliyê nebaş ê parvekirina malê bi penaberan re ew e ku xwê û şekir zû diqede.

Ya ku herî zêde Dîrk û Marîo êşand jî, helwesta derdorê ya li hemberî wan bû. Piştî vê nêzîkatiya xwe, nameyên gefxwarinê ji wan re hatin şandin û li ser înternetê gef li wan hat xwarin.

Nameya Voltz piştî ku ji aliyê platforma întenetê Buzzfeed ve hat tercûmekirin û weşandin, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hat parvekirin.

Li Elmanyayê gelek aktîvîstan deriyê malên xwe li penaberên ji Sûriye, Iraq û Afganîstanê re vekirî ne. Hin kom hewl didin ji welatên weke Awûstûrya û Macarîstanê penaberan bînin welêt.