Li Swêdê perestgeha Zerdeştê Kurd hat vekirin

Li Swêdê perestgeha Zerdeştê Kurd hat vekirin

Di dawiya hefteyê de li semta Sollentuna ya paytexta Swêd Stockholmê yekemîn perestgeha Zerdeştê Kurd hat vekirin. Di merasima vekirnê ya ji aliyê Civata Zerdeşt a Kurdistanê ve hat lidarxistin de rewşembîrên Kurd ên ji parçeyên cûda yên Kurdistanê, nunerê rêxistin û partiyan amade bûn.

Televîzyona dewletê ya Swêdê SVT ji destpêka merasimê dîmen kişand heta dawiyê. Ji oldarên Zerdeştî Andaz Hawezy ragihand ku 400 salan di navbera du hêzên mezin ên Bîzansên Xrîstiyan û Erebên Misilman de têkoşiyaye. Hawezy diyar kir ku li hemberî van hemû buyer û pêşveçûnan Kurdan çand û kevneşopiyên xwe parastine. Hawezy ragihand ku ew di jiyana xwe de li rastî tu Kurdek ku nezane Zerdeşt ne pêximber e nehatiye û got ku Kurdan ji nifşekê agahiyên der barê Zerdeşt de ji nifşek din re ragihandine. Her wiha bal kişand ku ew piştî 1300 salan cara yekemîn li Stockholmê perestgeha Zerdeştê Kurd tê vekirin û diyar kir ku bi vê yekê serbilind in.

Ji nunerên Komeleya Zerdeşt a Stockholmê Guatam Bhattachayya yê Hindî axaftinek kir û diyar kir ku vekirina perestgeha Zerdeşt ji aliyê Kurdan ve bûyereke dîrokî ye û destnîşan kir ku ev yekemîn perestgeha Zerdeşt e li herêma Îskandinavyayê tê vekirin û got ku deriyê perestgehê ji bo hemû baweriyan vekirî ye. Hre wiha, got ku ola Zerdeştî di dema xwe de ji Deryaya Spî heta Hindistanê, ji Asyaya Navîn heta Yemenê xwedî bandor bû, lê ji ber zextan kêm bûye û niha li cîhanê tenê 200 hezar Zerdeştî hene. Bhattachayya destnîşan kir ku 1400 sal in Zerdeştî bi zextan re rû bi rû ne û got ku li gel vekirina perestgeha Zerdeşt a ji aliyê Kurdan ve, lingek din ê baweriyê Zerdeştiyê ji bilî Îran û Hîndistanê çêbû.

Bhattachayya bal kişand ku li welatên weke Îran, Hindistan, Tacîkîstan, Azerbaycan û Kurdistanê, gelek mirov li ser esas vegerîna li cewhera xwe, her wiha gelek rewşembîr di warê çandî de li Zerdeştiyê vegeriyane û got ku Zerdeştî felsefeyeke û ne neçar in ji her tiştên Zerdeştiyê bawer bikin. Her wiha got ku di Zerdeştiyê de ne bawerî, lê hizir, bîr û tevgeriyan xwedî girîngî ne û got ku jixwe Zerdeşt bi xwe jî ne pêximber, fîlozofek bû.

Her wiha, got ku ji ber ku her tim di perestgehên Zerdeştî de agir vêketî ye, ji ber wê jî Zerdeştî bi perestina agir tên tawanbarkirin û destnîna kir ku agir di baweriya Zerdeştî de tenê sembola ronahî, başî û tişên xweş in.

Serokê Rêxistina Kurdocide Watch CHAK’ê Azad Heyder jî diyar kir ku Zerdeştî bi qasî hezar salan e hatiye qedexekirin û destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ku vekirina vê perestgehê Kurdan zêdetir nêzîkê hev bikin.

Ji nunerên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Xafûr Mihemedî jî qewimîn û geşedanên li Rojhilata Navîn û zextên li ser Kurdan anîn rojevê. Mihemedî bal kişand ser girîngiya yekitiya têkoşîna Kurdan a li hemberî zextan û xwest ku piştî hezaran salan vekirina perestgeha Zerdeştî sûdek mezin bide yekitiya Kurdan.

Ji Rêxistina Kurdên Êzidî, Tevgera Demokratîk a Yarsanan Nesrîn Mihemedî, şanoger Kemal Gorgu, nivîskar Bîlal Gorgu jî axaftinên kurt der barê Zerdeştî û Zerdeşt de kirin. Merasim bi stranên hunermendên Kurd bi dawî bû.