Li Geverê coşa Cejna Zimanê Kurdî

Li Geverê coşa Cejna Zimanê Kurdî

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Mîtînga Zimanê Kurdî hate lidarxisitn. Di mîtînga ku hezaran kes beşdar bûn de Zimanzanê Kurd ê Îranê Seyit Celalettin Nazimi, diyar kir ku ew li welatê xwe 30 sal in zimanê kurdî bikar tînin û wiha got: "Zimanê kurdî li Tirkiye û Kurdistanê çibe li cem me jî heman tişt e. Em têkoşîna ji bo ziman pîroz dikin û bi vê têkoşînê serfiraz in."

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî mîtîngek girseyî pêk hat. Serê sibê welatiyên ku li duriyana Girtîgeha Berê kom bûn, mîtîng li dar xistin. Di mîtîngê de Şaredarê Geverê Ercan Bora, Serokê Rêxistina BDP'a Geverê Rustem Demîr, beriya meşê li dayikên aştiyê qurnefil belav kirin. Dîsa ji bo sembola aştiyê laçikên spî diyarî dayikan kirin. Girseya ku di navde Şaredarê Colemergê Fadil Bedirhanoglu, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Başirgê Tacettin Sefalı, Rêveberên BDP'ê, nûnerên KURDÎ-DER'ê jî di navde bi hezaran kes amade bûn û meşiyan.

Girseyê di meşê de pankarta "Em naxwazin zarokê me bi zimanê biyanî hîn bibin, em dixwazin bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin" vekir û gelek dowîzên portreyê Einstein rakirin. Girse di bin dorpêça polîsan de heta Sehaya Futbolê ya berê meşiyan.Girse piştî kontrolê debasî qadê bûn.

Girseyê li qada mîtîngê pankartên "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî", "Zimanê dayikê ji bo netewan wek şîrê dayikê şêrîn û zelal e", "Bingeha xweseriya demokratîk zimanê kurdî ye", "Êdî bes e em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin" vekirin. Piraniya girsê şal-şapik û kiras-fîstan li xwe kirin. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Parlementerên BDP'ê Nazmî Gur, Esat Canan endamê Kordînasyona TZPKurdî Nesim Baykan jî hatin qadê. Heyeta ji 5 endamên Enstîtuya Ehmedê Xanî ya Urmiyeya Îranê jî hatin Geverê û tev li mîtîngê bûn.

NAZIMÎ: 30 SAL IN LI ÎRANÊ KURDÎ SERBEST E

Zimanzanê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Seyit Celalettin Nazimi, diyar kir ku ew li welatê xwe 30 sal in zimanê kurdî bikar tînin û wiha got: "Zimanê kurdî li Tirkiye û Kurdistanê çibe li cem me jî heman tişt e. Em têkoşîna ji bo ziman pîroz dikin û bi vê têkoşînê serfiraz in. Kurdî li gel hemû zext û zordariyan bi têkoşînek mezin hatiye parastin."

Parlementerên BDP'ê yê Colemêrgê Canan Esat û yê Wanê Nazmî Gur, jî helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî kurdî rexne kir û xwestin ku kurdî ji aliyê makeqanûnê ve bê parastin. Parlementeran bang li her kesi kir û xwest her kes bi kurdî biaxivin. Mîtîngê bi konsera Îbrahim Revani, Rojda û Hunermendên Navenda Çanda Geverê berdewam kir.