Li Dihokê mîhrîcana 'Rojên Amedê'

Li Dihokê mîhrîcana 'Rojên Amedê'

Dê li bajarê Dihoka Başûrê Kurdistanê ji aliyê Şaredariya Sûra Amedê ve di navbera 27-31'ê tebaxê mîhrîcana "Rojên Amedê" bê lidarxistin. Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrbaş mîhrîcanê wekî 'Pira Aştiyê' bi nav kir û wiha got: "Armanca mîhrîcanê ew e ku em sînorên ku danîne navbera gelê me rakin û dilên ku hatine perçekirin bigihînin hev e."

Şaredariya Sûrê ya Amedê li bajarê Dihokê ya Herêma Kurdistana Federal ku pê re wekî şaredariyên destebira ne, di navbera 27-31 tebaxê dê bi navê "Rojên Amedê" mîhrîcan li dar bixe. Di mîhrîcana ku ji aliyê Şaredariya Sûrê tê lidarxistin, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Peyas, Rezan, Yenîşehîr û şaredariyên Ramallah a Fîlîstînê û Çanakkale ku bi Şaredariya Sûrê wekî şaredariyên bira ne, tevî saziyên civakî yên sivîl, Yekîtiya Odeya Sanayî û Bazirganiyê û TUSÎAD'ê jî cihên xwe bigirin.

'EM Ê ÇANDA AMEDÊ BIBIN DIHOKÊ'

Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrbaş der barê armanca mîhrîcanê de agahî da û diyar kir ku dê di çarçoveya mîhrîcanê de xebatên şano, sînema, werzîş û hwd. bê lidarxistin û di van beşan de hevkarî were pêşxistin. Demîrbaş, anî ziman ku di panelên ku ji bilî xebatên çand û hunerî dê werin lidarxistin de mijarên siyasî jî bê nîqaşkirin û wiha got: "Di serî de em ê bersivên pirsîn wekî 'rewşa ziman û wêjeya kurdî di çi astê de ye? Divê çi bê kirin? Xebatên çawa mirov dikare bimeşîne? Hevkariya di navbera şaredariyan çawa hîn pêştir dikare bê kirin?' Her wiha em ê di çarçoveya mîhrîcanê de çanda Amedê jî bibin Dihokê."

'EM DI NAVBERA DIHOK Û AMEDÊ DE PIRA AŞTIYÊ AVA DIKIN'

Demîrtaş, mîhrîcanê wekî 'Pira Aştiyê' bi nav kir û wiha got: "Armanca mîhrîcanê ew e ku em sînorên ku danîne navbera gelê me rabikin û dilên ku hatine perçekirin bigihînin hev e. Bi salan e di navbera heman gelî sînor hatiye danîn û dil hatiye perçekirin. Em dixwazin bi vê mîhrîcanê dilan bigihînin hev û di navbera gelên din de jî nêzîkatiyek pêk bînin. Em dixwazin ji Çanakkaleyê heta Dihokê, ji Dihokê heta Ramallahê Pira Aştiyê ava bikin."