BI DÎMEN

Festîvala zarokan a li Rimêlanê di roja 7. de ye

Di roja 7. a Duyemîn Festîvala Zarokan a Rojava de zarokên ji Hesekê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

2. Festîvala Zarokan a Rojava, ku bi şiyara "Zarok rengê jiyanê ne" li bajarê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin, di roja 7. de ye. Îro jî zarokên ji Hesekê hunera xwe ya muzîk, şano, govend û tekwando nîşan dan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, ji zarokên Hesekê Koma Şehîd Salar govenda herêma Amedê, Koma Şehîd Delîla govenda herêma Gurgumê, Koma Mecan govenda herêma Mêrdînê û Koma Şehîd Yekta jî lîstika şando ya bi navê "Nêçirvan" pêşkêş kirin. Koma Şehîd Zelal û Koma Şehîd Newroz jî bi stranên xwe derketin pêşiya beşdaran. Di festîvalê de her wiha berhemên hunerî yên bi destê zarokên Hesekê hatine çêkirin, hatin nîşandan.

'MORALÊ ZAROKAN MORAL DA ME'

Ji malbatên zarokên beşdar Hamdiye Mûsa şerê beriya niha bi demeke kurt li Hesekê qewimî bibîr xist û anî ziman, ku cihê kêfxweşiyê ye, ku di şert û mercên ewçend dijwar de jî berhemên bi vî rengî tên pêşkêşkirin. 

Ahmed Selahattîn jî ku kurê wî di nava koma şano de cih digire got, "Şer herî zêde bandorê li zarokan dike. Di wê demê de gelekî tirsiya bûn. Di dema şer de me zarok ji Hesekê derxistin. Vê yekê jî bandor li amadekariyên wan kir. Lê piştî demeke kurt amadekariyên xwe dewam kirin. Ev morala wan a îro morala me zêde dike. Ev festîval li hemû zarokên Kurd pîroz be. Em dixwazin çalakiyên bi vî rengî zêde bibin."

Ji malbatên zarokên beşdarSamîer Hasan jî diyar kir, ku coşa zarokan a li qada festîvalê wan gelekî kêfxweş dike û got, "Em bi wan re serbliind in. Em ji ber vê morala wan gelekî kêfxweş in."

Di roja dawî (îro) ya festîvalê de wê zarokên ji Kobanê derkevin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş bikin.