Di wêneyê 'romantîk' de êrîşa zayendî

Di wêneyê 'romantîk' de êrîşa zayendî

Roja (V-J Day) ku Amerîka di sala 1945 de, di şerê li hemberî Japonyayê de bi ser ket, li Times Square deryavenek û hemşîreyek hev maç dikin. Ev wêne weke “dîmenek romantîk” li cîhanê belav bû. Lê aşkere bû ku çîroka vî wêneyî pir cûda ye.

Malpera blog a “Crates and Ribbons” balê dikişîne ku wêneyê “The Kissing Sailor” qet romantîk nîne. Ev wêne ji aliyê wênekêşê kovara Life Alfred Einstaedt ve hate kişaind û ev demek dirêj bû ku kesê nedizanî her du mirov kî ne. Hestiyên her du kesên di wêneyê de hatin tesbîtkirin. Hate zanîn ku asîstana bijîşkê dirana Greta Zimmer Friedman û derya van George Mendonsa ne.

Aşkere bû ku mirovên di vê wêneyê de li hev biyanî ne û ne ewqas romantîk e. Di vê wêneyê de ev bi salan e êrîşa zayendî hatiye veşartin.

Bloga “Crates and Ribbon” şahidya Greta Zimmerê weşand. Greta Zimmer got; “Min nedixwest maç bikim... zilam di carekê de hat ez girtim” û wiha domand; “Min nedizanî ew ber bi min ve tê û min nezanî çi bûye, min carek dît ez di nava mengeneyê de me. “

Hemşîreyê da zanîn ku ew maçkirinek romanîtk bû, bi zorê ji aliyê serxweşekî ve hatiye maçkirin. Tê diyarkirin ku di wê demê de deryavan George Mendosa ji ber “serkefitnê” li Times Squere ya li New Yorkê alkol vexwariye .