Di Cejna Mirovahiyê de ji bo Ocalan 25 hezar îmze hatin berhevkirin

Di Cejna Mirovahiyê de ji bo Ocalan 25 hezar îmze hatin berhevkirin

Li paytexta Parîs a Fransayê îsal ji aliyê komunîstan ve 77’emîn Cejna Mirovahiyê hate pîrozkirin û di cejnê kurdan stand vekir. Kurdan ji bo azadiya Ocalan 25 hezar îmze berhev kir.

Di navbera 14-16’ê îlonê de li parqa banliyosun a La Courneuve ji aliyê Partiya Komunîst a Fransayê ve cejna Mirovahiyê (Fete de l’Humanite) di roja xwe ya sêyemîn de didome.

Ligel partiyên çepgir bi sedan rêxistinên civaka sivîl çûn konê kurdan û tevlî bernameyan bûn.

Li deriyê kon parkarta ‘Ji bo Ocalan Azadî, ji gelê kurd re statu’ hate daliqandin. Ji bo kampanyaya ji bo azadiya Ocalan xbateke mezin hate meşandin. Îro nêzî 50 ciwanan ji kesên hatin serdana kon îmze berhev kir. Piştî vê li bendêye ku ev hejmar bibe 150. Li gorî agahiyên ji organîzatoran hatiye kirin ku niha de 25 hezar îmze hatiye berhevkirin.